Search
  • www.bircabelek.com

Tirkiyê karwanek din a serbazî derbasî parêzgeha Idlibê kir


Li gorî medya nêzîkî Opozisyona Sûriyê, Tirkiye karwanek alîkariyên serbazî ku ji 100 barhilgiran pêkhatibû ,ji deriyê Kifr Losîn derbasî parêzgeha Idlibê kiriye

Li gorî medya nêzîkî Opozisyona Sûriyê, Tirkiye karwanek alîkariyên serbazî ku ji 100 barhilgiran pêkhatibû ,ji deriyê Kifr Losîn derbasî parêzgeha Idlibê kiriye.

Li gorî medya Opozisyona Sûriyê, di nav wê karwanê de, tank, zirîpoş û sîstema berevaniyê jî hebûn.

Di dema hefteyekê de Tirkiyê 700 otombêl û barhilgirên tejî alavên serbazî derbasî Idlibê kiriye.

Piştî rûdana aloziyan li derdora Idlibê û êrîşa artêşa Sûriye ser hêzên Tirkiye û kuştina gelek serbazên wan, rewş li deverê gelek metirsîdar e û Tirkiye hêzên nû rêdike herêmê. Êrîşên artêşa Sûriye jî, bi piştgiriya Rûsya liser Idlibê berdewam e.

BasNews

1 view