Search
  • www.bircabelek.com

THİV: Di salekê de li 21 bajaran 147 caran hemû çalakî hatine qedexekirin


Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê derbarê qedexeya civîn û xwenîşandanan ên di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê û 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de raporek amade kiriye. Biryar ji hêla walîtiyan ve hatine dayîn.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku li 21 bajar û navçeyan 147 çalakî û bername hatine qedexekirin û ev nirxandin hatiye kirin: “Maf/azadiya civîn û xwenîşandanan yek ji şertên sereke û yên demokrasiyê ne û ji hev nayên veqetandin. Li wî welatê ku ev maf/azadî ne bin ewlehiyê de be, ne mimkun e ku mirov li wir behsa azadiyê bike.”

Di heman raporê de hatiye diyarkirin ku biryarên qedexekirinê bandor li 25 milyon û 183 û 911 welatiyan kiriye û dema qedexekirinan caran 2 rojan berdewam kiriye lê hin caran jî 395 rojan domandiye.

THİVê di rapora xwe de bal kişandiye sel Xala 34an a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê û gotiye, biryarên qedexekirinê binpêkirina vê xalê ye jî.

Her weha dîsa biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê) hatiye bibîrxistin û nirxandin wiha berdewam kiriye: “Civîn ji bo armanceke hevbeş bîne ser ziman tên kirin û armanc dike ku peyamekê ragihîne. Ji bo astengê li ber naveroka mesajeke dîtbarî û bihîzbarî bê girtin divê pîvaneke gelekî bilind bê dîtin û heke gefa tundkariyeke ji nêz ve hebe divê ew peyam bê qedexekirin.” (HA/FD)

BÎANET

1 view