Search
  • www.bircabelek.com

Teyrok û bahozê ziyanekî mezin gihandiye cotkarên Amedê


Di nava 2 rojên dawiyê de ji ber barana dijwar, teyrok, zîpik û teresa bi hêz li bajarên Amed, Riha û Semsûrê bi sedan hezar donum genim û ceh bi temamî rûçikîn û hebên wan ên guşiyan weşiyan.

Ji ber teyroka ku 2 şevan li ser hev bariya tenê li Amedê 200 hezar donum genim û ceh bi temamî pûç bû. Li bajarên Riha û Semsûra Bakurê Kurdistanê jî bi sedan donum zeviyên çandaniyê ketin ber teyrokê. Cotkar dixwazin dewlet zirara wan qerebû bike. Ji bo vê yekê jî ev bajarên ku teyrokê lêxistiye divê ji aliyê hikûmetê ve weke herêma karesatê bê ragihandin.

Teyrok û zîpika herî zêde jî li Amedê li herêma Têrkanê da ku di navbera navçeyên Licê, Pasûr û Hênê cih digre.

Hesen Yilmaz jî yek ji wan cotkarên Têrkanê ye ku îsal bi pismamê xwe re 692 donum erd ajotiye. Lê ji ber teyrokê genim û cehê wî zirareke mezin dîtine.

Cotkar Hesen Yilmaz ji Rûdawê re got: “Li ser gundê me derdora 90 hezar donum erd heye. Hinekî nîsk e, hinekî nok e, hinekî genim e, hinekî ceh e. Weleh tu zirara me tevlihev bikî, ji sedî 50 heye.”

Fuad Yildiz jî xwediyê 23 donum zevî ye. Li gundê Akorenê kêmtirîn zevî ya wî ye. Wî îsal hemû zeviyên xwe kiriye nîsk. Lê teyrokê hemû nîskê wî pûç kir û ew îsal nikare kîloyek nîsk jî bi dest bixe.

Cotkar Fuad Yildiz jî wiha behsa ziyana xwe dike: “Zîpikê lêxistiye mala me şewitandiye. Ka ez çi bikim? Ne risqê min heye, ne tiştekî min heye. Çavê min li rehma Xwedê li vêya bû çênebû. Vaye tu halê min dibînî. Tu jî dibînî.”

Li tevahiya Amedê 3 milyon û 500 hezar donum genim, ceh, garis, pembo û nîsk tê ajotin. Par li Amedê ji milyonekî zêdetir ton genim û 200 hezar ton jî ceh hate hilanîn. Armanca cotkaran ew bû ku îsal rêjeya genim û cehê xwe ji par zêdetir bikin. Lê ji ber teyrokê gelek cotkaran zirar kir.

Cotkar Zulfî Demîrel jî got: “Zîpikê lêxistiye, em perîşan bûn. Em nizanin çawa bikin.”

Ctokar Evdilrezaq Demîrel jî anî ziman  eger dewlet wê zirarê qerebû neke rewşa cotkaran zehmet dibe.

Cotkar Xalib Demîrel jî dibêje: “Dahata me hemûyan li ser cotkariyê ye. Dema zîpik wiha lêdixe em jî perîşan dibin.”

Li Amedê serê donuma genim ji 400 heta 600 kîloyan û serê donuma ceh jî ji 400 heta 550 donuman berhem tê bi destxistin.  Lê ji ber guherîna kêş û hewayê cotkar nikarin pêşbîniyeke rasteqîn bikin. Ew dixwazin dewlet ji bo cotkarên zirarmend bûne budçeyek veqetîne.

Derbarê mijarê de Serokê Odeya Zîraetê ya Sûrê Mehmet Demîr jî got: “Li navçeyên me li Yenîşehîrê, li Peyas, Baglar, Çinarê, li wan navçeyên me de jî zirar çêbûne. Jixwe nîsk nemaye. Cihê ku nîsk ajotine ew nîsk hemû ji ber zîpikê çûye. Tiştekî jê nemaye. Di ceh de jî ji sedî 50-60 zirar kirine.”

Eger dewlet bixwaze alîkariya cotkarên ku zirareke mezin kirine bike, divê pêşî zirar û ziyana cotkaran tespît bike û piştre jî van herêmên ku teyrok û zîpikê lêdane weke herêmên karesatê ragihîne. Ev jî encex bi biryara Wezareta Darayî û Gencîneyê dikare pêk bê.

RÛDAW

4 views