• www.bircabelek.com

Soylu: 36 hezar û 776 koçberan Tirkiye bicih hiştine


Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku ‎36 hezar û 776 koçberan Tirkiye bicîh hiştine‎.‎

Piştî kuştina 34 serbazên Tirkiyê li Idlibê, Enqerê biryara vekirina sînorên xwe li ber çûna koçberan bo ‎Ewropayê da. Koçber bi qeflan ber bi sînorên Yunanê diçin.

Herçiqas hikûmeta Yunanê derî li ber koçber ‎venekirine û wan wernagire, lê ew koçber her li wir in û pêdagir in ku biçin Ewropayê.‎

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê hejmara koçberên Tirkiye ‎bicîh hiştine eşkere kir.

Soylu got: "Heta demjimêr 21.02ê îşev hejmara wan koçberên ji Edirneyê ‎Tirkiye bicîh hiştine gehiştiye 36 hezar û 776 kesan."‎

Ev di demekê de ku Tirkiye bi xwe hevkariya wan koçberan dike û hevkariya veguhestinê jî bo hinekan ‎dike. Her diçe hejmara wan koçberan zêde dibe, lê hikûmeta Yunanê red dike ku bihêle derbasî nav ‎welatê wan bibin.

RÛDAW

0 views