Search
  • www.bircabelek.com

Serokwezîrê Îtalyayê: Ji malên xwe dernekevin


Vîrusa koronaya nû ya bi navê Covid-19ê li Îtalyayê di 24 saetên dawî de 97 kes kuştine.

Bi vî awayî li Îtalyayê hejmara kesên jiber Covid-19ê mirine derketiye 463yan. Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conteyî bang li gel kiriye ku ji malên xwe dernekevin. Conteyî daye zanîn ku xêncî kar û rewşên demûdest derketine derve hatiye sînordarkirin.

Ji ber Covid-19ê maçên futbolê û yarîyên din yên sporê heta 3ê Nîsanê hatine rawestandin. Îtalya bi mirinên dawî yên ji ber Covid-19ê re li dû Çînê tê û li dû wê jî Îran di rêzê de ye.

Îran wê girtiyan berda

ÎHikûmeta Îranê tedbîrên li dijî belavbûna vîrusa Covid-19ê wê berfireh bike. Yek ji karbidestên dadgehên Îranê Îbrahîm Reîsiyî daye zanîn ku ji bo ew rê li ber belavbûna vîrusê bigirin, ew ê 70,000 girtîyên li girtîgehan berdin.Reîsiyî dîyar nekiriye ku ew kesên ji hepsê derdikevin dê careke din werin girtin yan na.Wî daye zanîn ku ‘’Serbestbûna girtîyan dê zararê nede sîstema giştî.’’ Îran, li dû Çînê yek ji welatên herî zêde bi Covid-19 re rû bi rû maye ye. Covid-19 li Îranê heta niha 273 kes kuştine û ketiye canê 7161 kesan.

Wezîrê Çandê yê Fransayê jî nexweş ketiye

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihandiye ku Wezîrê Çandê yê Fransayê Franck Riester bi vîrusa koronayê ketiye. Reutersê ji zarê jêderên nêzî Wezareta Çandê ya Fransayê daye zanîn ku rewşa Riester yê 46 salî baş e. Li gor agahîyên wê ajansê, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Riester di rojên dawî de kom nebûne. Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Fransa heta niha 19 kes kuştine. Ew vîrus li seranserê Fransa ketiye canê pirtir ji 1200 kesan.

Li Hewlêrê kesekî din tûşî koronayê bûye

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê kesekî din bi vîrusa koronaya nû (Covid-19) ketiye.

Testa Koronayê ji bo gencekî temen 25 salî hatiye kirin ku pozîtiv bûye, lê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê rewşê de ti daxuyanî nedaye.

Bi wî kesî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku tûşî vîrusa Koronayê bûne, gihîşte 14 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê duh di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di 24 demjimêrn borî de pişkinîn ji bo 56 kesên gumanlêkirî hatiye encamdan, ku 37 pişkinîn li Hewlêrê, 18 li Silêmaniyê û pişkinînek jî li Duhokê bûye, di nava wan kesan de pişkinîna 3 kesan pozetîv derketiye û hilgirê vîrusa Covid-19 bûn.

Heta niha tûşbûyekî vîrusa Covid-19 li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest daye, ku mamostayekî olî bû.

Wezareta Tendirustiyê herwiha dibêje, heta niha 1790 kesên gumanlêkirî ku guman dihat kirin, tûşî vîrusa Covid-19 bin, ji karantînayê derketine.

Li Çînê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derketiye 3 hezar û 139an

Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa koronaya nû (covîd-19) mirin derketiye 3 hezar û 139 kesan.

Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiyê ya Neteweyî da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da ji ber covîd-19ê 17 kes mirin, di 19 kesan da vîrus hat tesbîtkirin.

Tehaviyê van kesên ji ber covîd-19ê mirin ji ji Hubeya eyaleta herî zêde nexweşî lê hat dîtin in, li tevahiyê welêt ji ber covîd-19ê 3 hezar û 139 kes mirin ji wan 3 kes ji Hong Konga Herêma Îdareya Taybet in.

Bi tevahî 80 hezar û 754 kes bi covîdê-19ê ketin rewşa 4 hezar û 794 kesan giran e, li ser 349 kesan şik heye dibe ku bi virusê ketibin, 16 hezar û 982 kes hildan miahedeyê.

Xêncî navenda Çînê li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 115 kes bi vîrusê ketin, hejmara kesên ji dervayê welêt hatin û nexweşî bi wan ra heye jî derkete 69 kesan. (FD)

*Çavkanî: dengeamarîka, AA, Rûdaw

BÎANET

0 views