Search
  • www.bircabelek.com

Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê ji encama qurbanîdana Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bû


Serok Mesûd Barzanî bi boneya 50emîn salvegera rêkeftina 11ê Adarê peyamek belav kir û ragihand, xweragirî û qurbanîdana Pêşmerge û xelkê, rêjîm neçar kir bo cara yekem mafên gelê me bi fermî binase”.

Serok Barzanî bi boneya 50emîn salvegera rêkeftina 11ê Adarê li Twittera peyamek belav kir.

Serok Barzanî nivîsî: “Pêncî sal di ser rêkeftina 11ê Adarê re derbas dibe. Rêkeftina 11ê Adarê serkeftina vîna gelê Kurdistanê bû. Xweragirî û qurbanîdana Pêşmerge û xelkê, rêjîm neçar kir bo cara yekem mafên gelê me bi fermî binase”.

Rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê, li Başûrê Kurdistanê yek ji bûyerên girîng ên sedsala bîstan bû, ku ji bo yekem car rêkeftinek di navbera dagîkeran û tevgera azadîxwaza Kurd de hat îmzekirin û tê de rêjîma Iraqê li çend mafên girîng, dîrokî û neteweyî mikur hat, ku ti rêkeftinekê di dîroka Kurdî de nekarî wiha bi ronî mafê Kurd biçespîne.

S. B

K24

4 views