Search
  • www.bircabelek.com

Serok Barzanî: Koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir karesat bû, lê nebû sedema ku doza Kurdî bimire


Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke taybet bi Kenala “MBC” re ragihand, cugrafa stemeke mezim li Kurd kiriye. Tekez kir jî: Koça dawiyî ya Barzaniyê Nemir ji me re laresat bû, lê nebû sedem ku doza Kurd bemire.

Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê bi bernameya Elsetrul Ewset a kanala MBC ya Erebî di çend bîranînên dema şoreşa Îlonê vegotin û behsa danûstandinên bi rêjîma Beis a Iraqê û helwestê welatên navçeyê û welatên Erebî kir.

MBC: Ma cugrafiya stem û zordarî li Kurd kiriye?

Serok Barzan: Bêgûman Cugrafiya stemkatiyeke mezin li hember kiriye.

MBC: Ewê her dem stemkarî li hemberê hatibe kirin, ditirse ku stemkariyê li xelkê bike?

Serok Barzanî: Ewê stemkarî li hemberê hatibe kirin û bi xwe jî stemariyê li hember xelkê bike, hêjayî wê yekê ku stemkariya zêdetir li hemberê bê kirin.

MBC: Kêm caran dibînin ku Kak Masûd Barzanî cilên Kurdî lixwe nekiriye. Çima?

Serok Barzanî: Ev cilê Pêşmerge ye, bawer im heger vî cilî lixwe nekim, dê bi awayekî din bê şîrovekirin, dibe jî bandorê li Pêşmerge jî bike.

MBC: Jiyana li çiya lê jiyana li qesrê, kîjan bi te xweştir e?

Serok Barzanî: Jiyana li çiya.

MBC: Jiyana li çiya ne zehmet e?

Serok Barzanî: Bi min na, jiyana li çiya xweştir e.

MBC: Dengê teqeyê ji te re çi wateyê dide?

Serok Barzanî: Mûzîk e.

Piştî çûna Barzaniyê Nemir bo Yekîtiya Sovyet û rûxandina rêjîma Paşayetî li Iraq:

Şeva bi telefonê tên agahdarkirin ku Barzaniyê Nemir vediger:

Serok Barzanî: Ez biçûk bûm. Min bersiva telefonê da, got tu kî yî? Min got, ez filan kes im. Got, gazî birayê xwe yê mezin bike, mebesta wî xwedê jê razî Luqman bû, ew şehîd bû. Min bi Luqman re got, kesek bi riya telefonê dibêje, nûçeyeke girîng li cem wî ye. Ji Luqman re got, sibe piştî nîvro bavê te vediger, xwe amade bikin. Me li firokxaneya Mosene pêşwazî lê kir, rojeke mezin bû û hemû gelê Iraqê daket ser kolanan ji bo pêşwaziyê lê bikin.

Serok  Barzanî li ser Ebdulkerîm Qasim dibêje: Ebdulkerîm Qasim rê da bavê min veger Iraqê. Wê demê ku mamê min “Şêx Ehmed” di zîndanê de bû û sizaya bidarvekirinê li hatibû birîn, hat azadkirin. Rê da malbatên me vegerin herêmên xwe li Barzan. Tiştê herî girîng jî, di destûrê demkî de hat nivîsan “Ereb û Kurd hevparê vî welatî ne”, wê demê ev tiştekî mezin bû. Şaşîtiya mezin a Ebdulkerîm Qasim kiriye ew bû, kesên li derdora wî bandor lê kirin ku kesên gelekî şovenîzm bûn.

MBC: Kesên netewperetên Ereb bûn?

Serok  Barzanî: Kesên netewperest û hinên din bûn, hîştin ku li hember Kurd raweste û ew gihandin cihekî ku gelekî dijwar bû jê vegere. Wan bandor lê kirin û hîşt ku ew gûmanê li bavê min bike, ku ewê bibe rêber û dê cihî wî bigire. Kesên li derdora wî, pirsine xeyalî xistin serê wî, li dawiyê jî riftarên ne hişmendane kir. Li dawî dibêjim, diviyabû rûbirûbûn bi Ebdulkerîm Qasim re nehatiba kirin, divê bi çi awayî ba, rûbirûbûn nebûbe, lê bû,

MBC: Mesûd Barzanî cara yekem di Şoreşa Îlonê de şer dike, di temenekî de hîna hoyî dîmenê şerkirinê nebûbû.

Serok Barzanî: Dema Şoreşa Îlonê destpê kir, di roja 11ê Îlona 1961an de bû, wê demê hêzên esmanî yên Iraqê bi tundî navçeyên Kurdistanê bombebaran kirin. Di 16ê Îlonê de em li cihekî li bakurê gundê Barzan bûn, li çiyayê Şîrîn. Ez bixwe li nava çaderekê de bûm, firokeya Mig em bombebaran kirin.

Min di 20 Gulana sala 1962an de pêwendî bi Şoroşê re kir, min çek hilgirt û heta roja îro.

MBC: Ji bo çi tu dibêjî Şoreşa Îlonê gewretirîn şoreşên Kurdî bû?

Serok Barzanî: Ji ber ku raperîn û serhildanên pêştir, navçeyî bûn û di sînorekî diyarkirî de bûn û demeke diyarkirî berdewam dibûn, dema wan kurt bû, salek yan kêmtir dibûn. Lê Şoreşa Îlonê berdewam bû û cengawerên hemû perçeyên Kurdistanê tê de beşdar bûn. Jinan zêrên xwe pêşkêşî şoreşê dikirin. Şerên gelekî dijwar û yekalîker rû didan. Ji wan şerên di bîra min de mane, şerê Zawîta 12. 12. 1961an bû, ew xaleke werçerxanê bû di şoreşê de. Şerê Hindirîn, Şerê Rewandiz. Şerê çiyayê Metîn. Şerên salên sala 1963an, ku dijwartirîn sal di temenê Şoreşa Îlonê de bû, di wê sale de serferberiya giştî hatibû ragihandin û her yek ji Îran, Tirkiye û Sûriye tê de beşdar bûn.

MBC: Hemûyan şerê Kurd kir?

Serok Barzanî: Li Sûriyê derbeya leşkerî hebû, du lîwayên artêşê şandin şerê me kirin, lê rastî şikestinê hatin. Wê demê bi riya efserekî hevahengî di navbera hêzên Tirkî û Iraqî de hebû ku baregeha wê li Mûsilê bû. Herwiha efserekî Îranî jî li Kerkûkê bû, hevahengiya temam di navbera Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê de hebû. Em hatin dorpêçkirin, lê spas ji xwedê re, em biser ketin.

Helwestên welatên Erebî li hember Kurd

MBC: Wê demê ti karvedaneke Erebî ku piştevaniya we dikir digihîşt we? Yan hemû Ereb bi gelemperê li dijî we bûn?

Serok Barzanî: Reng e gelek I welatên Ereban bi hinava xwe de bi me re bûn, li bi awayê aşkere, ti helwest nebûn, tenê piştî nakokî di navbera Partiya Beis û Cemal Ebdulnasir de derket, wê demê Mihemed Hesnên Heykel dest bi nivîsandina gotaran li rojnameya Ehrem kir û piştevaniya şoreşê kir.

MBC: Cemal Ebdulnasir, ji bilî piştevaniya manewî, ti piştevaniyeke madî bi we re kir, çek pêşkêşî we kir?

Serok Barzanî: Na, tenê piştevaniya manewî dikir.

MBC: Bandora wê piştevaniya manewî hebû?

Serok Barzanî: Ta astekî belê, lê ji aliyê meydanî ve, ti bandorekê wê nebû.

MBC: Wê demê Siûdiyê çi ji we re digot? Helwesta wan çawa bû?

Serok Barzanî: Nayê bîra min Siûdiyê rojekê li dijî me rawestiyabe. Beşek ji welatên Erebî piştevaniya serkeftinên xeyalî yên Iraqê dikirin, lê ji aliyê Siûdiyê me tiştek nebihîşt ku li dijî Kurd ti helwest nîşan dabe.

Danûstandina Kurd û rêjîma Iraqê  

Serok Barzanî: Danûstandin di dawiya sala 1969an de destpê kir. Partiya Beis cara duyem di sala 1968an de hat ser desthilatê. Di Tîrmeha 1968an de ku Ebdulrehman Arif Serokê Iraqê bû, Beisiyan ew kuşt û hatin ser desthilatê. Hewl dan şoreşê têk bibin.

MBC: Berî danûstandinan?

Serok Barzanî: Belê, bi dawiya sala 1968an re dest bi operasyoneke berfireh li ser Kurdistanê kirin, bi hemû karînên xwe yên serbazî û bi hemû cureyên çeteyan ve. Destpêkê hin pêşktin bidest xistin, lê piştre hêzên şoreşê dest bi êrîşekê giştgîr li hemû navçeyan kir û serkeftinên mezin bidest anîn û ew têk çûn. Rêjîm gihîşt wê baweriyê, ku heger bi serkirdatiya Kurd re rekeftinê neke, ewê di desthilatê de nemîne.

Wê demê kesatiya Iraqê yê navdar Ezîz Şerîf wek navbênkar şandin, ew hat û daxwaza rêjîmê ya destpêkirina danûstandinan gihand me.  Serkirdatiya tevgerê jî razî bû dest bi danûstandinan bibe. Piştî wî, şandeke din hat. Wiha şande diçûn û dihatin, heta danûstandin gihîşt qonaxeke pêşketî û me dît ku cîdîbûn jî li wan heye. Şanda me li Bexdayê be, brûskek ji Rewandizê ji me re hat, ku şandeke Bexdayê dixwazin serdana serkirdatiya Şoreşê bike, wê demê serkirdatiya Şoreşê li nahiya Gelala li Balekayetî bû.

Min pêşwazî li şandê kir û bo cara yekem min Sedam Husên dît ku ew bi şandê re bû, herwiha kesayetiya diyar ê Kurd Fuad Arif, serkirdeyê siyasî û serbazî yê Beis Sedûn Xîdan û Wezîrê Tenduristiyê Ezet Mustefa Anî jî bi şandê re bûn. Min telefona bavê xwe kir ku şande hatiye û piştre bavê min. Sedam jî şevekê li cem me ma.

Tiştê gelekî seyr bû, dema min Sedam Husên piştî sala 1991an û raperînê dît, Sedema gelekî cuda bû, ji dema hatiye serdana baregeha me kiriye. Ew bi hevalên xwe re kesekî sade, aşkere û kelecan bû, lê piştî sala 1991an, rewş gelekî cuda bû, kesên li derdorê û wezîr jî nediaxivîn, tenê dema wî pirsek ji wan bikira.

MBC: Rola Sedema û helwestên wî derbarê guftûgo û danûstandinan çi bû?

Serok Barzanî: Roleke wî ya baş hebû di rêkeftinê de, her çend e baweriya wî bi mafê Kurd nebû, lê di wê baweriyê de bû heger bi Kurd re rêk nekeve, dê nikarebe di desthilatê de bimîne, ji ber wê jî piştî 4 salan rêkeftin binpê kir. Divê bû di rêketinê de Kerkûk hatibe yekalîkirin, lê di rêkeftinê de hatibû ku dê piştî 4 salan rapirsî li Kerkûk û hin navçeyên din bê kirin û rewş bê çareserkirin.

MBC: Nûçeya terorkirina Barzaniyê Nemir çawa bû?

Serok Barzanî: Piştî kêlîkekê gihîştin wî cihî. Beis şandek ji oldarên Sune û Şîe şandibû, bo navbênkariyê di navbera Şoreş û hikûmetê de bikin. Kesek di nav de habû navê Îbrahîn Xuzaî bû, amûreyeke tomarkirina deng dabûnê, bawer im wî jî nizanî ku bombeyek tê de çandî bû. Bawer im endamên şandê nidizanîbûn ku hewla terorkirinê dê bê kirin, tenê du kesan dizanîn, ew jî ajoker bûn, rîmot kontrol pê re bû, dema bavê min derbasî odeyê bû, ajokaran bombe teqand. Spas ji xwedê re tişt nebû.

MBC: Barzaniyê Nemir birîndar bû?

Serok Barzanî: Belê, bi sivikî birîndar bû, piştre Nazim Gezal tombetbar kirin, lê yê olan daniye û dişopand, Sedam Husên bixwe bû.

MBC: Piştre hemû guftûgo hatin rawestandin û têk çûn?

Serok Barzanî: Belê bêgûman, piştî wê bûyerê bawerî di navbera me de nema.

MBC: Ma Sedam Husên bi we re gotibû ku Kerkûk ji mafê Kurd e?

Serok Barzanî: Belê, wî ji min re got. Wî got Kerkûk bajarekî Kurdî ye, lê ew bingeha aborî ya avakirina bo damezirandina dewletê ye, lê ser vê jî razî nabin.

MBC: Mesûd Barzanî navekî diyar bû, li Viennayê hewla terorkirina we hat dayîn, ew çawa bû?

Serok Barzanî: Bûyer li Vienna Paytexta Nemsa roja 08. 01. 1997an bû. Ji Washingtonê hatibûn Viennayê, ta li Parîsê Îmam Xumeynî bibînim, çinku Şahê Îranê xiyanetî li me kir û bi xencer li pişta me dabû, ji ber wê amade bûm bi her kesekî hevkar bim, ku li dijî Şah kar bike.

MBC: Ew piştî rêkeftina Cezaîr ya navbera Iraq û Îranê bû?

Serok Barzanî: Belê. Berî biçim Parîsê, hewla terorkirina min hatin dayîn, lê xwedê em parastin û ez rizgar bûm.

MBC: Hewla terorkirinê çawa bû?

Serok Barzanî: Min serdana hevalekî li şuqeyekê kir, armanc î ew bû, kesekî li wir bibînim. Min dizanî ku pêwendiya wî bi awayekî bi rêjîmê re heye, lê min bawer dikir ew li aliyê me be. Pirseke min hebû, bawer im ku bersiv li cem wî hebe, ji ber wê çûm wê şuqeyê, kesekî nedizanî dê ezê biçim vê malê, heta biraderên bi min re bûn, bi rê de zanîn emê biçin kû derê. 

Wî bi telefonê pêwendî bi kesê ku dixwazim bibînim re kir û ew piştî nîv demjimêrê hat, min pirsa xwe jê, wî jî sûnd xwar ku agahdariya wî nîn e. Dema min dikir biçim, wî riya min girt û sûnd bi gora Şêx Ehmed û xwedê sûnd xwar ku dernekevim. Min pirs kir çi heye, wî tenê dernekeve. Hevalên min got emê dakevin ta bizanin çi heye, bi daketina wan re ew hatin gulebarankirin. Diyar bû ku ew agahdar e, lê di kêlîka dawiyê de hişyar bû û nexwast tiştek bibe. Wan zêdetir Azad Berwarî gulebaran dikirin, ji ber ku bi min ve dice, bi wî re jî Dr. Pîrot birîndar bû.

MBC: Rola Yasir Erefat (Serokê Rêxistina Fetih a Filestînê) çi bû, di hevkarîkirina bi te re de?

Serok Barzanî: Pasporta min biser çû bû, biryar bû biçime Parîsê, li wir bi riyeke taybet pasporteke din werbigirim, lê serdana Parîsê hilweşiya û çûm cihekî dikin. Di rastiyê çûm Qubrisê, Yasir Erefat pasportek ji min re sand Vienna. Ji Qubris cihekî guncaw û parastin ji min re dabîn kirin.

MBC: Çi sedem hebû, Yasir Erefat pasporekê ji te re bişîne?

Serok Barzanî: Pêwendiyeke mirovî ya bihêz di navbera me de hebû. Piştî Şah reviya, bi navbênkariya Erefat vegeriyam Tehranê û min Îmam Xumeynî dît.

MBC: Di bûyerê terorkirinê de, tiştekî seyr rû dabû, çi bû?

Serok Barzanî: Piştî du rojan ji Vienna em çûn Qubrisê. Desthilatên Nemsayê parastin û hemû pêwîstiyên geştkirinê ji me re peyda kirin. Em tansît li firokxaneya Athena Paytexta Yunanê daketin, li wir li hola çaverêbûnê, Barzan Tekrîtî birayê Sedam û 12 kesên pê re derbas bûn, bi her yekî re çenteyeke dîplomasî pê re bû.

MBC: Her ew tîma ku li Vinenna hewla terorkirina dabûn?

Serok Barzanî: Belê her ew bûn. Ew û pasewan û kujerên pê re bi hev re bûn û derbasî holê bûn li hember me rûniştin. Em bi hev re neaxivîn, ew berî me derketin û bi firokeya Iraqî vegeriyan Bexdayê û em jî çû Qubrisê.

MBC: Lê wî tu dîtibû?

Serok Barzanî: Belê wî ez dîtim. Piştî guftûgoyên 1991an, li Bexdayê min bêrêkeft ew dît û min pirsî, Barzan tê bîra te, roja li firokxaneya Atenayê me hevdu dît, te ez nas kirim? Belê min tu dît, lê te nexwast bi min re biaxiviya. Min jî got, tu û grûpa xwe hatine min bikujin, çawa ezê bi te re biaxivim. Wî got, ew roj derbas û dê venegerin.

MBC: Koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir bû sedema bidawîbûna pirsa Kurd?

Serok Barzanî: Ne pêkane doza gelekî bimire. Ji me re karesa bû, bi taybet di wê demê rewş aloz bû û aso ne diyar bûn. Sê salan pê re li odeyekê mabûm, bijîşkan got ku penceşêra sîng pê re heye. Bandora wê li ser min û xelkê mezin bû û bi taybet birayê min Îdrîs. Em di çareseriyê de berdewam bûn. Hert tim şîret li me dikirin, ku mirin heq e, her mirovekî li dawiyê dê bimire. Bê awartebûn mirin her kesekî heger rêber, dewlemend, hejar be, dibe. Ez jî heta heta namînin, dibe ku yek ji we berî min we bihêle, jiyan wiha ye. Divê tu û Îdrîs yek giyan di du gewdan de bin, ev girîntirîn tişt e. berdewam bin bi xebatê, xizmeta gelê xwe bikin û bila pêwendiya bi hemû aliyan baş be û ti carî li pêş stemkaran çokdan nekin. Jiyan ne hêjayî ku ji stemkarekî çokdan bikin, ta jiyana wî biparêze.

MBC: Pêş dagîrkirina Kuwêtê bi salekê te hişyariya wê da û te got, Sedam Husên dê Kuwêtê dagîr bike?

Serok Barzanî: Balyozê Iraqê li Pragê (Praha) Paytexta Çîk di sala 1972-1973an ji Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, ku wê demê rêkeftina Adarê hebû. Wî got, şandeke Iraqî ji bo avakirina palavgehe Petrolê li nêzîkî sînorê Kuwêtê hat Pargê. Diyar e Çîk heman balvgeh li Kuwêtê jî ava kiribûn. Balyoz ji min re got ku serokê şandê ji Çîk re gotibû bi heman taybetmendî ava bikin, ji ber ku di pêşerojê de sûdê jê dibînin.

Piştî proseya Enfalê, çûm Londonê, korbendek hebû. Min got, me baca xwe da, we hemûyan piştevaniya Sedam kir û pê re hevkar bû, niha haje Kuwêtê hebin.

MBC: Berî dagîrkirina Kuwêtê, te wiha got?

Serok Barzanî: Belê sala 1989an bû, hejmarek ji  kesayetiyên Kurd û parlemanter û endamên Encûmena Lordên Bîrtanya amade bûbûn, yek ji wan Julian Amery bû û hejmarek din hebûn.

MBC: Çawa te pêşbînî kirk u Sedam Husên dê karekî wiha bike?

Serok Barzanî: Bawer bûm, Sedam dê raneweste. Tirkiye bihêz e. Îran li derveyî şer bû. Sûriye artêşa wê heye. Bazina lawaz, Kuwêt e. Bi taybet ku ew di wê xeyalê de bû ku Şoreşa Kurd jinav biriye, ji ber wê min hişyarî da. Di bîra min de ye sala 1992an li Londonê boneyek hebû. Balyozê Kuwêtê li wir bû. Min ew çêrok ji hin balyozan re got, vêca Balyozê Kuwêtê got: Te çima ji me re negot. Min got: Wek zanyarî li cem min tune bû, belkû min pêşbînî dikir.

Ev sirûşta Sedema bû, şerxwaz bû.

MBC: Pirsgirêka dîlên Kuwêtê, hat gotin hin ji wan li Kurdistanê bi xaka hatin spardin?

Serok Barzanî: Na, ew ne rast e. Zanyariyên me yên piştrastkirî hebûn, ku hejmarek ji 40 ta 600 kes anîn zîndana Badoş ku dora 20 K.M dikeve bakurê rojavayê Mûsilê. Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina Kuwêtê, ew hatin veguhastin. Jêderên me û diyar kirin, ew het Bêcî hatin birin, li wî alî zanyariyên me li ser çarenivîsa wan nema. Di wê baweriyê de me, ku ew hemû kuştibin.

K24

S. B

3 views