• www.bircabelek.com

Serok Barzanî: Jinên Kurdistanê herdem piştevanên Pêşmerge bûne


Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8 Adarê, roja cîhanî ya jinan peyameka pîrozbahiyê belav kir.

‏îro (8 Adarê) bi helkefta roja cîhanî ya jinan, Serok Mesûd Barzanî peyameka pîrozbahiyê li ser twîtera belav kir. Peyama wî wiha ye:

‏"Bi helkefta roja cîhanî ya jinan pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Jinên Kurdistanê herdem li şoreş û berxwedanê da palpiştên Pêşmerge bûne û roleke wan ya mezin li xebata azadîxwaziya gelê xwe da hebûye û qurbanî dane."

BasNews

0 views