Search
  • www.bircabelek.com

Serok Barzanî: Bûyera Çexmaxê nîşan da DAIŞ valahiya emnî bo xwebihêzkirinê bikar tîne


Serok Barzanî sedema bûyera li Çexmaxê girê dide bi valahiya emnî û rewşa nexwezayî ya serbazî li navçeyê û bi pêwsîtî jî dizane ku dawî li vê rewşê bê. Serok Barzanî dibêje, “Êrîşa terorîstan ya li ser asayîş û jiyana xelkê her maye û pêwîst e bi girîngî bê wergirtin.”

Serok Mesûd Barzanî derbarê êrişa DAIŞê ya li ser gundê Çexmaxe ser bi bajarokê Dûbizê ve li parêzgeha Kerkûkê  ku di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn, daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de serxweşî li malbat û kesukarên şehîdên wê “rûdana terorîstî” kirin û xwe bi hevbeşê xema wan dizane û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwaze.

Serok Barzanî radigihîne, “Ew rûdan û çendîn rûdanên wekî wê jî bi rûnî nîşan dide ku terorîstên                DAIŞê valahiya emnî û nearamiyê ji bo xwe rêkxistin û bihêzbûnê bikar aniye. Êrîşa terorîstan ya li ser asayîş û jiyana xelkê her maye û pêwîst e bi girîngî bê wergirtin.”

Di peyama xwe de Serok Barzanî amaje bi pêwîstiya hemahengiya di Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dike û dibêje, “Her ji bo wê yekê jî divê hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan ya ji bo nehiştin û ji holê rakirina êrîşa terorê berdewam bê û bihêztir bê kirin û her wiha dawî bi vê rewşa nexwezayî ya emnî û serbazî jî bê ku li van navçeyan da kirine emrî waqî.”

RÛDAW

1 view