Search
  • www.bircabelek.com

Sermayedarên Kurd bi 250 hezar dolarî nexweşxaneyekê nûjen dikin


Piştî belavbûna vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê, hejmarek ji sermayedar û xêrxwazên Kurd li navçeya Seydi Sadiq a parêzgeha Silêmaniyê nexweşxaneyekê nûjen dikin, Qayimeqamê navçeyê jî dibêje, ew dê vê nexweşxaneyê taybet ji nexweşên Koronayê re veqetînin.

Qayimeqamê Seyid Sadiqê, Diyarî Refîq îro ji Rûdawê re ragihand: “Nexweşxane dê di navbera 3 heftiyan de were nûjenkirin, em dê hemû hêsankariyan bo wan kesan bikin, ku dixwazin alîkariya navçeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin”.

Diyarî Refîq diyar kir: “Em daxwaz ji hemû xêrxwaz û sermayedaran dikin ku bi hikûmetê re bibin alîkar, daku em vê rewşa nexwestî derbas kirin û bi kêmtirîn rêjeya rubaniyan vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê bidawî bihînin”.

Pêştir Wezareta Şarevanî û Geştugzarê ya Herêma Kurdistanê ragihandibû, bi rêya rêveberiyên giştî û serokatiyên şaredariyan, çendîn zewî bo nexweşxaneyên taybet bi Koronayê hatine dabînkirin.

Li gor zanyariyan, li bajarê Hewlêrê bo nexweşxaneyeke 70 textî, li Helebceyê ji bo nexweşxaneyeke 64 textî, li Kelarê bo nexweşxaneyeke 70 texî, li Pêncwênê bo nexweşxaneyeke 20 textî û li Çarqurneyê jî bo nexweşxaneyeke 100 textî zewî hatine dabînkirin.

RÛDAW

3 views