Search
  • www.bircabelek.com

Salih Muslim: Bi hêvî ne bi ENKSê re protokolekê îmeze bikin


Hevserokê Nivîsîngeha Pêwendiyên Derve yên PYDê  Salih Muslim radigihîne, ku  civînên wan ligel ENKSê baş birêve çûne, lê heta niha ti rêkeftin di navbera wan de nehatiye îmzekirin.

Demek e bi navbênkariya Amerîka û hevkariya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hevdîtin û danûstandinên bo gihîştina bi yekrêziya navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Pariya Yekîtiya Demokratîk (PYD) birêve diçin.

Di derbarê encamên wan danûstandinan de, Hevserokê Nivîsîngeha Pêwendiyên Derve yên PYDê  Salih Muslim ji K24 re ragihand, hemû partî di wan hevdîtinan de ne, ew wek PYD jî yek ji wan partiyan e, ew partî bigihin çi biryarê, ew pê re dibin.

Diyar kir jî, hevdîtin ji bo avakirina baweriyê bû. Ew bi hev re gihiştine encamine baş, lê ta nuha ti rêkeftin nehatine îmzekirin.

Herwiha Salih Muslim tekez kir jî, ew bi hêvî ne bigihin wê yekê, ku bi hev re bikarin protokol îmze bikin.

K24

2 views