• www.bircabelek.com

Sê stranbêjên jin li Londonê wê “stranên evîn, bêrîkirin û windabûnê” bistirên


Li Londonê, paytexta Ingilîstanê sê stranbêjên jin wê “stranên evîn, bêrîkirin û windabûnê” bistirên.

Konser wê li Dêra The Old Churchê, 28  Sibatê, saet di 19:30 deqîqeyan de dest pê bike. Di konserê de wê Çiğdem Aslan, Suna Alan û Hatice Yeşil stranên kurdî, tirkî, rûmî û ermenkî bistirên. Li gel hunermendan muzîkjen Cem Tuncer (bas gitar), Dursuncan Çakın (saz, kopuz), Erdal Yapıcı (gitar, saza deh têl), Eser Ebcin (keyboard), Serkan Çakmak (bilûr) Suat Karakuş (perkusyon) jî derkevin ser dikê.

Çîgdem Aslana ku civaka Tirkiyeyiyan a li Ingilîstanê ji nêz ve wê nas dike, salên dirêj e bi tirkî, yewnanî, kurdî, boşnakî, bulgarî, romenî û ladînî stranan distirê. Albûmên wên bi xelat ên weke “Mortissa” (2013) û “A Thousand Cranes (Bin Turna)” (2016) hene.

Sûna Alan bi stranên xwe yên bi kurdî li Ingilîstanê bi nav bûye. Ew jî weke Çigdem Aslanê bi kevneşopiya kurdên elewî hatiye naskirin. Kevneşopiya dengbêjiyê ya Çewlikê, stranên kurdên elewî û muzîka rûman a li Îzmîrê bandor lê kiriye. Di repertûara wê de her wela stranên ermenkî, rûmî, sefaradî, erebî û tirkî hene.

Ji ber di civaka elewiyan de lêdana sazê xwedî girîngiyeke çandî ye Hatîce Yeşîlê jî bi sazê dest bi muzîkê kiriye. Stranên bi şêweya bozlakî yên herêma Anatolya Navîn bi awayekî serekftî distirê û her weha stranên elewiyan jî di repertûara wê de cih digire. (FD)

BÎANET

0 views