Search
  • www.bircabelek.com

Rojhilat – Li Sine girtiyekî kurd bi îdamê hat mehkûmkirin


Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî siyasî yê kurd bi îdamê hat mehkûmkirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, dadgeha bajarê Sine fermana mirinê bi ser girtiyê kurd Saman Kerîmî de sepand.

Li gorî agahiyan, tohmeta wî girtiyê kurd ew e ku endamê PDKÎ bûye û ji bilî sizayê îdamê, 13 sal jî zîndan bi ser de hatiye sepandin.

Ew welatiyê kurd, ku xelkê gundekî bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye, meha Gulana 2018 hatibû girtin.

bas news

2 views