Search
  • www.bircabelek.com

Rojhilat – Li devera Elend ya Xoy du kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin


Li devera Elend ya bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê du kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê pasdarên Îranê li devera sînorî ya Elend ya bajarê Xoy, komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de du kolber hatin kuştin.

Kolberên han xelkê gundê Kerkuj bûne. Navê yekê Muhsin Derwîşzade û navê yê din jî Îbrahîm Cordîzî bûye.

BasNews

3 views