Search
  • www.bircabelek.com

Rojhilat – Kolberekî kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin


Li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.

Pêr (22 vê mehê) li zozana sînorî ya Xecê Xatûn li nêzîkî bajarê Makû, komek kolberên kurd rastî êrişa hêzên Tirkiyê hatin.

Li gorî agahiyên malpera Hengaw, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Qadir Yadsar hat kuştin û 3 kolber jî birîndar bûn.

Ew kolberê ku hatiye kuştin, 22 salî û xelkê gundê Dêm Qişlaq yê Makû bûye.

Hefteya borî li devera Elend ya bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê jî kolberekî kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatibû kuştin.

BasNews

1 view