• www.bircabelek.com

Rewşa tenduristî ya hunermendê Kurd Seîd Gabarî ne cîgir e


Hunermendê Kurd Seîd Gabarî ji ber nexweşiya penceşêrê, niha li nexweşxaneyeke Hewlêrê di bin çavdêriyê de ye û jiyana wî di metirsiyê de ye.

Peyamnêrê K24ê Zerdeşt Hemê li nexweşxaneyê da zanîn, Hunermend Seîd Gebarî roja 14ê Adarê ji Ewropayê vegeriyabû Herêma Kurdistanê û li gor rêkarên xweparastina ji vîrusa Korona 14 rojan ketibû kerentînê û piştre vegeriya mala xwe.

Diyar kir jî, ji 10 rojan ve rewşa tenduristî ya hunermend Seîd Gebarî têk çûye û ji 2 rojan ve jî ji ber giraniya nexweşiya wî, bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Di wê derbarê de Dr. Welat Îbrahîm Akreyî li ser rewşa Seîd Gabarî ji K24ê re ragihand, dema Seîd Gabarî gihîştiye nexweşxaneyê rewşa wî gelekî giranî bû û tûşî tengnefesiyê bûbû, piştî pişknîna rewşa wî, derket ku pençeşêra sîng pê re heye û li canê wî jî belav bûye û gihîştiye mejî jî.

Diyar kir jî, ew wek tîma bijîşkî hemû hewlên xwe didin, wî rizgar bikin. Herwiha Nivîsgeha Tenduristî ya Serok Barzanî rewşa wî dişopînin û bi hemû erkên pêwîst radibe.

Seîd Gabarî di sala 1956 de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, tevî ku nabîne jî, ji bêhtirî 50 salî ve stranan dibêje. Seîd Gabarî, weke hunermendekî di nava şoreşên Kurdan de cih girtibû.

Hunermendê Seîd Gabarî xelkê, yek ji hunermendên naskirî yên Kurdistanê ye û hejmarek ji helbestên seydayê Tîrêj û Cegerxwîn kirine stran û gelekî navdar bûne, yek ji stranên wî yê gelekî naskirî “Bilbilê Dilşad” e, ku helbesta seydayê Tîrêj e.

BasNews

0 views