Search
  • www.bircabelek.com

Rapora dosyeya Mistefa Selîmî gihîşt parlamentoya Kurdistanê


Pênc parlamenterên Kurdistanê raporta encamên lêkolînên derbarê dosyeya girtiyê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî radestî parlamentoya Kurdistanê kir, parlamentoyê jî raport ji Serokatiya Civata Wezîran re şand.

Li gor lêkolînên ku wan pênc parlamenteran encam dane, “Mistefa Selîmî piştî ku ji Zindana Seqizê reviyaye, derbasî navçeya Pêncwênê a Başûrê Kurdistanê bûye û çûye gundê Siyaguwêz ku ser bi bajarokê Germikê ve ye.”

Di raportê de hatiye gotin, ku “Mistefa Selîmî li gundê Siyaguwêz diçe mizgevta gund û piştre kesek bi navê Sîrwan, hêzên asayişê agahdar dike, hêzên asayişê jî tên û Mistefa Selîmî dibin sînorê Başmaxê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li wê derê kerentîne dikin.”

Li gor lêkolîna wan parlamenteran, Selîmî berî ku ji aliyê hikûemta Îranê ve were bidarvekirin, ji malbata xwe re gotiye ku ew derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û ji wê derê ve radestî Îranê hatiye kirin. Kesûkarên malbata Selîmî piştre peywendî bi kesekî bi navê Elî Cewanmerdî ve kirine û agahî dane wî, daku rê li îdamkirina wî bigirin, lê belê roja 11ê Nîsana 2020an Selîmî li Zindana Seqizê hat bidarvekirin.

Mistefa Selîmî tevî 73 girtiyên din roja 27ê Adarê ji Zindana Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê reviyabûn, lê belê  piraniya girtiyan paşê yan bi xwe vegeriyan û xwe radestî hêzên Îranê kirin yan jî dubare ji aliyê hêzên ewehiyê yên Îranê ve hatin girtin.

Di raporta parlamenteran de hatiye gotin, ku Mistefa Selîmî roja 2ê Nîsanê derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bûye û dema digihe gundê Siyaguwêz, ji kurê xwe re peyamekê dişîne ku ew gihîştiye Başûr.

Raport ji aliyê her pênc parlamenteran, Erşed Hisên Mihemed, hikmet Mihemed Ebûzîd, Rizgar Îsa Suwar, Nizar Mela Ebdulxefar û Muhsin Hisên  Mistefa ve hatiye amadekirin û radestî parlamentoyê hatiye kirin.

Raport paşê bi îmzeya Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê ve bo serokatiya Civata Wezîran a Kurdistanê hatiye şandin.

RÛDAW

5 views