Search
  • www.bircabelek.com

Rêveberiya Xweser: Li Qamişlo welatiyekê bi koronayê canê xwe ji dest da


Rêveberiya Xweser ragihand ku li bajarê Qamişlo, kesekê bi vîrusa koronaya nû, COVID-19, canê xwe ji dest daye.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) aşkere kiriye ku kesekî temen 53 salî yê niştecihê Hesekê li nexweşxaneya Wetanî ya Qamişlo ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye, bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, WHOyê ragihandiye, ew kes 22yê Adarê bi koronayê ket û ji bo nexweşxaneyeke taybet hat vegihastin.

Her li gor daxuyaniya Desteya Tendirustiyê, roja 27ê Adarê ew pêketiyê koronayê ji bo nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo hate veguhestin û roja 29ê Adarê jî nimûmeya wî nexweşî şandin Şamê.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, wî kesî roja 2yê Nîsanê canê xwe ji dest daye û piştre encama testê nîşan daye ku ew kes bi koronayê ketibû.

Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji “belavbûna koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyar” dibîne e bi sedema ku “zanyarî nedane aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser, tevî ku dizane ku hikûmeta Sûriyê bi cidiyet bi Rêveberiya Xweser li hemberî vîrusê hevkariyê nake.”

Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser herwiha diyar dike, “Hikûmeta Sûriyê bi me re nealîkar e ji bo rêgirtin li belavbûna koronayê.”

Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser ragihandiye, “Hikûmeta Sûriyê ji balafirxaneya Qamişlo ve bê pişkinînên me yên tendirûstiyê xelkê derbasî nav herêmên me dike.”

RÛDAW

1 view