Search
  • www.bircabelek.com

Rêveberiya Xweser: Doza Kurdî beşek girîng ji çareseriya giştî ya Sûriyê ye


Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bersiva daxuyaniyên Serokê Sûriyê Beşar Esed da û got, “Doza Kurdî beşek girîng ji çareseriya giştî Sûriyê û çareserkirina doza kurdî dê pêşketineke rasteqîn di xeta guhertinê li Sûriyê de pêk bîne.”

Di daxuyaniya ku bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye belavkirin, amaje bi şerê navxwe yê Sûriyê tê kirin ku ev nêzikî 10 sal e berdewam e û tê gotin, “Rejîma Sûriyê ji berpirsyartiyên xwe reviya bi serhişkî û îsrara xwe ya çareserkirina aloziyê di nêrîneke teng de weke ku tu guhertin çênebûye beşê herî mezin ê vê aloziyê ye” û tê gotin ku “Serokê rejîma Sûriyê bi heman mentiqê ku bûye sedema vî aloziyê diaxive, mentiqî dûrketina ji rastiyan e.”

Rêveberiya Xweser dibêje, “Nêzîkatiyên bi vî zimanî û girtina mijara doza Kurdî ya dîrokî li Sûriyê bi vê rengî, li gorî berjewendiyên siyasetên Tirkiyê  hat û pesindayîna Tirkiyê ye ya ku serweriya xaka Sûriyê binpê dike” ku rejîma Sûriyê dibêje “ew rê nade tu kesî ku xaka wê binpê bike”.

Her di berdewamiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser amaje bi wê dike, daxuyaniyên bi vî rengî asteng in li pêş çareseriyê û dibêje ku ev, “dide nîşandan ku rejîm di mijara diyalogan û vekirina li çareseriyên demokratîk li Sûriyê de ne cidî ye” û herwiha tekez dike, “ji ber doza kurdî beşek girîng ji çareseriya giştî Sûriyê û çareserkirina Doza Kurdî dê pêşketineke rasteqîn di xeta guhertinê li Sûriyê de pêk bîne.”

Rêveberiya Xweser derbarê tohmetên Esed ên ‘cudaxwaziyê’ de jî dibêje, “Divê rejîm li dema derbasbûyî ya nêzîk vegere û bi bîr bîne ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha bi pirrengî û yekbûna xwe yên xeta parastî ne” û herwiha di daxuyaniyê de tekezî li ser şerên li dijî êrişên artêşa Tirkiyê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî hatiye kirin, “berxwedana Efrînê ya 58 rojan a li dijî dijminê toranîzma Tirk, her wiha berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî, berxwedanên bi salan ên li dijî DAIŞ‘ê hatin kirin tenê ji bo Sûriyê veneguherên wîlayetên Tirk û navendê xîlafetê ku rejîma Sûriyê li hemberî wê bêdeng bû û wekî ku bûyerên li Sûriyê diqewimîn derveyî çarçoveya Sûriyê dinêrî.”

Esed di daxuyaniya xwe de gotibû, “dema Tirkiye derbasî navçeyê bû hêzên Kurd yek gule jî neteqandin”. Rêveberiya Xweser li ser vê yekê jî diyar dike, “Em ne bi hewce ne ku delîlan li ser berxwedan û têkoşîna ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê raber kirin, derxînin pêş, lê em serkeftinên rejîma Sûriyê ji destpêka aloziya heta roja îro pirs bikin.”

Rêbveberiya Xweser tekez dike, “Mentiqê rejîmê di dirêjeya salên derbasbûyî de tu çareserî neanî û israra wê ya girtina mijarê bi vî rengî xizmeta derfetên çareseriyê nake. Di heman demê de paşguhkirina rûdanên li herêmên ku  komên terorîst û dewleta Tirk lê hene ku mîna ku herêmên Tirkî nêzî van herêman dibin.”

Di dewama daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser dibêje, “Ya herî baş e ew ku rejîm nas bike ku guhertin girîng e û çareseriya demokratîk ya herî serkeftî ye, divê vekirinek ji bo guhertinên ku li Sûriyê çêbûne hebe.”

Di daxuyaniyê de derbarê Doza Kurdî de jî tê gotin, “beşek girîng ji çareseriya niştimanî ya Sûriyê giştî ye û projeya Rêveberiya Xweser projeyek niştimanî Sûriyê û ziyanê nade Sûriyê wekî welat û yekitiya wî. Di heman demê de projeya netewa demokratîk û biratiya gelan di parastina piraniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de serkeftina xwe îspat kir.”

Rêveberiya Xweser diyar jî dike ku “armancgirtina van herêman bi çi rêbazan hewldank ji têkbirina destkeftiyên niştimanî yên Sûriyê û dikeve xizmeta kesên ku dixwazin li Sûriyê alozî, nakokî di navbera pêkhateyên wê de û perçekirina yekitiya çêbibin.”

Serokomarê Sûriyê, Beşar Esed di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala Russia 24 de, êrîşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, tiştek bi navê Pirsa Kurd li Sûriyê nîne û ew yek xeyal û derewe e.

Esed di wê hevpeyvînê de îdia kiriye, ku di sedsala 20an de hejmarek Kurd ji ber zulm û zordariya dewleta Tirkiyê, ji wî welatî ve hatine Sûriyê û hebûna Kurdan li wî welatî înkar kir.

RÛDAW

6 views