• www.bircabelek.com

Rêdûr Xelîl: Destpêşxeriya Mazlûm Kobanî ya ji bo yekrêziya aliyên Kurdî baş birêve diçe


Berpirsê Peywendiyên Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Rêdûr Xelîl ragihand ku destpêşxeriya Fermandeyê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî ji bo yekrêziya aliyên siyasî yê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî bihêz û baş birêve diçe.

Bi gotina Xelîl metirsiya rêkxistina DAIŞê heya niha maye, bi taybetî li navçeyên biyabanên Sûriyê û navçeyên rojhilatê Dêre Zorê, sînorên Iraq û Sûriyê.

Xelîl eşkere kir ku Rûsya li Rojavayê Kurdistanê hemû liv û tevgerên leşkerî li ser erdê, bi hemahengiya temam li gel hêzên wan dike û got: Peywendiya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de peywendiyeke hemahengiya leşkerî ye, ne peywendiyeke danûstandkar e.”

Berpirsê Peywendiyên Giştî yê herwiha sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku du taqîgehên pizîşkî yên taybet bi koronayê tevî hemû kereste û pêdawîstiyan hatine damezrandin û du tîmên pizîşkî bo rahênana tîmên tendirustiyê bo Rojavayê Kurdistanê şandibû.

Berpirsê Peywendiyên Giştî yê HSDê Rêdûr Xelîl bersîva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Hêzên Sûriya Demokratîk çi tedbîr ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê wergirtine?

Rêdûr Xelîl: Hêzên Sûriya Demokratîk çend tedbîrên xweparastinê ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusê girtine ber, weke kêmkirina liv û tevgera leşkerî ya ne girîng, mana karwanên leşkerî di kampan de, paqijkirina baregehan û pişkinîna tevahiya şervanan. Em alîkariya hêzên ewlekariya navxwe û Rêveberiya Xweser ji bo sepandina qedexeya çûnûhatinê dikin. Herwiha alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku du laboratuarên pizîşkî şandin, ji bo dîtina vîrusa korona li gel tîmeke pizîşkî, gelekî alîkariya me kir û dem û kar li ser me sivik kir ji bo encamên testên kesên gumanbar zû bêne eşkerekirin. Em spasiya wî li ser vê alîkariyê dikin di vê dema zehmet de.

DAIŞ dîsa hewl dide ku dubare xwe rêk bixe, derbasî qonaxa êrîşkirinê bûye, DAIŞ ji bo vê yekê çi stratejiyê bikar tine? Gelo dê bikare piştî kuştina Bexdadî, weke caran vegere?

Metirsiya rêkxistina terorîstî ya DAIŞê heya niha maye, bi taybetî li navçeyên biyabanên Sûriyê û navçeyên rojhilatê Dêre Zorê, sînorên Iraq û Sûriyê û ew navçeyên dûr ku ewlekariya wan ji ber sedemên cografî lawaz e. DAIŞ hewl dide sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi şewba koronayê wergire û valahiya ewlekarî li navçeyên parêzgeha Enbar a Iraqê ku piştî vekişandina hêzên Amerîka ji çend bingehan çêbûye, bikar bîne. Rûbirûbûna DAIŞê karê me yê serekî ye û em bi berdewamî amade ne ku çavdêriya liv û tevgerên wê û şaneyên wê yên razayî bikin, bêguman bi hemahengiya rasterast li gel Hevpeymaniya Navdewletî. Eger tedbîrên ewlekarî yên pêwîst neyên wergirtin, wê DAIŞ berfireh bibe û ne dûre careke din navçeyeke cografî kontrol bike.

Rûsya hêzeke zêde li Qamişlo bicih dike, bi taybetî li balefirxaneyê û deriyê Rojava yê Qamişlo, armanc ji anîna wê hêzê çiye?

Rûsya ti hêzek neaniye Qamişlo, tenê bihevguhertina hêzan heye û ev tiştekî asayî ye, hemû liv û tevgerên leşkerî li ser erdê, bi hemahengiya temam li gel hêzên me têne kirin.

Gelo danûstandinên we bi Rûsya re di çi qonaxê de ne, Rûsya di dema dawiyê de hewl dida ku grûpeke çekdarî ji xelkê deverê ava bike, çima bi ser neket?

Hêzên Rûsî hewla pêkanîna ti hêzeke leşkerî nedane, hemahengiya meydanî di navbera hêzên me û hêzên Rûsî de berdewam e, karê di navbera du hêzên leşkerî de wiha dixwaze ku hemahengî hebe.

Amerîka bi awayekî eşkere dibêje ku ew tenê bîrên petrolê diparêze, ti garentiyek li ser parastina destkeftên HSD daye we? Plana Amerîka bo Rojavayê Kurdistanê hatiye guhertin?

HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîka, tekeziyê li ser rûbirûbûna DAIŞê û jinavbirina metirsiya veger û dubare belavbûna wê dikin, herwiha operasyonên leşkerî yê ewlekarî û îstixbaratî bi awayekî baş birêve diçin.

Bila em bêne ser peywendiyên HSD bi desthilata Sûriyê re, xala nakok çi ye? Gelo HSD amade ye tevlî Artêşa Sûriyê bibe?

Peywendiya di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de peywendiyeke hemahengiya leşkerî ye, ne peywendiyeke danûstandkar e. Danûstandin karê siyasetvana ye, lê helwêsta me ji destpêkê ve zelal e, divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin û taybetmendiya HSD li navçeyê bimîne.

Di dema dawiyê de Tirkiyê û Rûsya li ser rêyên M4 û M5 li Idlibê li hev kirin, lê hinek çavkanî behsa wê yekê dikin ku Til Rifat jî di nava rêkeftina wan de ye, hûn agadarî wê yekê ne, eger tiştekî wiha hebe, dê helwesta we çibe?

Rewşa meydanî li Idlibê di navbera hêzên Rûsî û hêzên Tirkiyê de aloz e û ne cîgir e. Wan li ser gelek tiştan li hev kirin û imze kirin, lê heya niha negihiştine çareseriyeke mayinde. Ji aliyê me ve, gelekî girîng e ku rêya navdewletî ya M4 di navbera bajarê Til Temir û bajarê Kobanî de bê vekirin, pêwîst e grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, di vê dema niha de dûrî wê rêyê bikevin ji bo ku sivîl bi selametî çûnûhatinê bikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî destpêşxeriyek ji bo nêzîkirina aliyên siyasî yê Rojavayê Kurdistanê ragihand, çima heya niha TEV-DEM û ENKSê dest bi danûstandinan nekirine?

Destpêşxeriya General Mazlûm Kobanî ji bo yekrêziya aliyên siyasî yê Kurdî li Sûriyê bi awayekî bihêz û baş birêve diçe, HSD dê hemû karekî ji bo serkeftina wê destpêşxeriyê bike. Pêwîst e aliyên nakok nermiyê nîşan bidin û berjewendiya giştî di ser ya hizbî re bigrin, ji ber ku ev hêviya gelê Kurd e li Rojavayê Kurdistanê.

Niha ji bo her kesî xuya ye ku nakokî di nava PYD de hene, gelo sedema wan nakokiyan çiye û çi hewlên çareserkirinê hene?

Ez ne serkirdeyekî Partiya Yekîtiya Demokrat im û ne agahdarî wê yekê me ku nakokiyên navxweyî hebin, lê tişta ku ez dizanim, di karê siyasî de, nakokî û cudahî yek ji sîmayên demokrasiyê ne.

RÛDAW

0 views