Search
  • www.bircabelek.com

Qeyûmê şaredariya Sêrtê pirtûkxaneya Celadet Alî Berdirxand hilweşand


Qeyûmê Şaredariya Sêrtê, pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Berdirxan bi dozer û kepçeyan rûxand bêyî ku sedemekê nîşan bide.

Qeyûmê ku li şûna şaredarê Sêrtê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye danîn, duh Sêşemê 30ê Gulanê Pirtûkxaneya Celadet Alî Berdirxand bi bildozer û kepçeyan hilweşand.

Parêzgar û Qeyûmê Sêrtê Alî Fuat Atik piştî dest bi kar kir, pirtûkxaneya girêdayî şaredariyê ya bi navê Mîr Celadet Alî Bedirxan hilweşand bêyî ku ti sedemekê pêşan bide.

Lê piştî nerazîbûnan Şaredariya Sêrtê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber projeya tramvayê avahiya pirtûkxaneyê hatiye hilweşandin.

Wezareta Navxwa ya Tirkiyê 15ê Gulanê hevşaredarên Sêrtê ji kar dûrxistibûn û li şûna wan qeyûm danîbû ku di destê HDPê de bû.

RÛDAW

3 views