Search
  • www.bircabelek.com

“Qaçaxçiyên Koronayê” xelkê bi qaçaxî ji Îranê derbasî Başûrê Kurdistanê dikin


Piştî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo rêgirtin ji belavbûna metirsiyên vîrusa Koronayê, rêkarên tendirustî yên li deriyên sînorî tund kir, beşek ji hemwelatiyan ji bo ku pişkinîna vîrusa Koronayê nekin, bi rêyên qaçax derbasî nav sînorê Herêma Kurdistanê dibin. Çavkaniyek ji Rûdawê re dibêje: “Hejmarek xelk bi qaçaxî ji sînorên Rojhilatê Kurdistanê ve derbasî Başûrê Kurdistanê hatine kirin û li hember wê yekê qaçaxçî pere ji xelkê werdigrin.”

Belavbûna vîrusa Koronayê û metirsiyên wê niha bûye rojeva herî germ li cîhanê. Li Îran û Iraqê jî haletên tûşbûna bi vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û li Îranê bi gotina berpirsên wî welatî, heta niha 245 kes tûşî vîrusê bûne û 26 kesan jî bi sedema vê vîrusê canê xwe ji dest dane.

Ji bo xweparastin û rêgirtin li belavbûna vê vîrusê li Herêma Kurdistanê, Civata Wezîran a Kurdistanê hejmarek biryar dan. Li gor biryarekê, “geştên nehewce yên li navxweyê Herêma Kurdistanê û hatina geştyarên ku ji bajarên din ên Iraqê ve têne Herêmê, bo demeke diyarkirî bihê sînordarkirin û pişkinînên pêwîst ji bo hemû wan kesan jî bihê kirin, ku derbasî nav sînorên Herêma Kurdistanê dibin.”

Herwiha Kurdistanê hemû deriyên xwe yên sînorî yên bi Îranê re girtine û geştên esmanî jî dane rawestandin, û tenê rê bi hemwelatiyên herêma Kurdistanê yên li Îranê tê dan ku bi rêya driyên sînor vegerin.

Wezaretên Navxwe û Tendirsutî yên Herêma Kurdistanê jî ragihandine, ku her kesê ji Îranê derbasî Herêma Kurdistanê be, dê pişkinîna vîrusa Koronayê jê re bihê kirin û bo dema 14 rojan jî dê bêne qerentînekirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, vê rewşê wiha kiriye ku hejmarek xelk hewl bidin bi rêyên qaçax ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê derbasî nav sînorê Başûrê Kurdistanê bibin.

Derbarê vê mijarê de Asayişa Îdareya Raperînê daxuyaniyek belav kiriye û têde têkildarî kesên ku bi rêyên qaçax ji sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê derbasî nav Herêma Kurdistanê bûne, daxwaz ji hemwelatiyan dike, ku “hişyar û çavvekirî bin.”

Asayişa Îdareya Raperînê dibêje: “Têkildarî wan hevbajariyên me ku piştî belavbûna vîrusa Korona li Îranê, bi rêyên qaçax û bi awayekê nihênî hatine Raniye û derdora wê, hişyar bin û her kesê ku zanyarî li ser wan kesan heye bila pêwendiyên bi Asayişê bikin.”

Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan li Rêveberiya Asayişa Raperînê, Eqîd Mihemed Fazil derbarê mijarê de daxuyanî da Rûdawê û got: “Piştî belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê, hejmarek hemwelatî bi qaçaxî ji Îranê ve hatine nav Herêma Krudistanê. Ev yek metirsî ye bo ser hemwelatiya, çimku ew bêyî pişkinîn derbasî nav Herêma Kurdistanê bûne.”

Mihemed Fazil da xuyakirin: “Di demên bihorî de çendîn xwandekar ku li Îranê dixwandin, bi rêyên qaçax hatine nav Başûrê Kurdistanê, me lêkolîn bi wan re kir û me rêkarên yasayî jî li hember wan kesan pêk anî.”

Li aliyekê din çavkaniyekî agahdar ji gundê Zelê ku dikeve nahiyeya Helşo ya qexzaya Pişder a ser bi  parêzgeha Silêmaniyê ve ji Rûdawê re ragihand: “Piştî vîrusa Koronayê li Îranê belav bû, li ser sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê qaçaxçî peyda bûne ku xelk ji wan re dibêjin; qaçaxşiyên Koronayê. Ew bi pere hemwelatiyan ji Îranê ve derbasî nav Başûrê Kurdistanê dikin û ji her kesekê jî 100 dolarî werdigirin.”

Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan li Rêveberiya Asayişa Raperînê dibêje: “Me li ser vê mijarê lidûvçûneke ciddî kiriye û em dê her kesî ceza bikin ku bi qaçaxî ji sînorên me ve derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê dibin.”

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistiye, çendîn kes li ser wê kêysê hatine destserkirin, lê belê ti aliyeke fermî ew yek ji Rûdawê re piştrast nekir. Aliyên pêwendîdar ji Rûdawê re diyar kirin, “heta lêkolîn bi dawî nebin, ew ti zanyariyan derbarê wan kesên desteserkirî de belav nakin.”

Her derbarê mijarê de, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Raperînê, Dr. Hîwa Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Di 4 rojên bihorî de nêzîkî 40 kesan bi rêyên yasayî û qaçax ji Îranê ve hatine Herêma Kurdistanê û li bajarokê Qeladizê li du cihan hatine qerentînekirin û pişkinîn ji bo wan hatiye kirin û niha di jêr çavdêriya komîteyên me de ne.”

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed jî roja Çarşemê 26ê Sibatê ragihand, ew hemû hemwelatiyên Kurdistanê piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rastgoyî serederiyê li gel wan kêysan dike ku têkiliya wan bi ewlehî, tendirutî û berjewendiyên welatiyan ve heye, lewma jî hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkve rûbirûyê Koronayê dibin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji wan kesan kir ku bi rêyên yasayî yan bi rêyên qaçax hatine nav sînorê Kurdistanê, “ji bo berjewendiya xwe û berjewendiya giştî, serdana aliyên tendirustî û tîmên taybet bikin, daku pişkinîna vîrusa Koronayê ji wan re bihê kirin, daku tendirustiya hemû welatiyan jî parastî bimîne.”

Rêber Ehmed amaje bi wê yekê jî kir, ku di rojên bihorî de 536 kes ji sînorê Iraqê ve derbasî nav Herêma Kurdistanê bûne, û ti pişkinîn ji wan re nehatiye kirin, lewma Wezareta Navxwe daxwaz ji parêzgar û rêveberiyên xwecihî kiriye, ku têkildarî vê mijarê lidûvçûnê bikin.

RÛDAW

1 view