Search
  • www.bircabelek.com

Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin


AMED - Berdevkê Platforma Zimên Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî seredanên xwe yên partiyên siyasî yên li Enqerê, diyar kir ku divê kurd êdî zimanê xwe biçûk nebînin û got:  Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Dem dema kurditiyê û xwedî li mafên xwe derketinê ye.”

Platforma Zimanê Kurdî ya ji, têkildarî zimanê kurdî û serdanên xwe yên partiyên siyasî yên li Enqerê li avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) daxuyaniyê da çapemeniyê. Endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî têkildarî seredanên xwe yên partiyên ku di meclîsê cih digirin de axivî. Cizîrî, diyar kir ku di 4-5’ê Sibatê de çûn Enqerê û wiha got: "Me dest pê kê partiyên komên wan di Meclîsê de cih digirin re hevdîtin pêk anîn. Me daxwaza seredanê ji hemû partiyên di parlementoyê de kirî bû. Yên ku ji me re wext veqetandin HDP, CHP û Partiya Saadetê bû. Me ev her sê partî dîtin. Roja duyan jî em çûn cem Yekitiya Ewropa me hevdîtin pêk anî. Seredana me pir baş bû. Ev jî xuya dike ku xebatên ku em dikin bala gelek mirovan dikşînin. Îro agahiyek ji me re hat ku Îyî Partiyê gotiye ‘xwezî me ew bidîtina’ Tesîreke baş me li Enqere kirî ye. Ji ber ku dîtîn em doza zimanê xwe dikin em ne ji bo pevçûna siyasî an jî ji bo tiştekî din çûne wê derê.” ‘AKP’Ê BERSIV NEDA DAXWAZA HEVDÎTINA ME’ Cizîrî, da zanîn ku hewl dan ku bi AKP’ê re jî hevdîtin bikin lê bersiv nedan û wiha axivî: “Îro jî bersiv bidin em amade ne wan bibînin. Em naxwazin kesê ji derve bihêlin di vê meseleyê de. Partiya ku me jê randevû nexwesti bû MHP ye. Ji ber di meseleya kurdî de xeteke wan ya hişk heye. Heke polîtîkayên xwe nerm bikin em dikarin wan jî bibînin. Pêş daraziya me miqabilî tu partiyan tune ye. Em çûn cem birêz Kiliçdaroglû ji tu daxwazên platforma me re negot na. Helwesta wî pozîtîf bû. Me ji wan re got meseleya zimanê kurdî bi tene kursa çareser nabe. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û divê Saziya Zimanê Kurdî ava bibe. Wan jî got ‘di demê pêş de em ê piştevaniya vê bikin û demên pêş de pêşniyareke kanûnî jî aktuel bikin. Me yek bi yek nêrînên xwe ji nunerên Yekitiya Ewropa re gotin. Wan jî rapora xwe nivîsî û gotin em ê bibin alîkarê we.”  ‘DEM DEMA KURDITIYÊ YE’ Cizîrî, anî ziman ku dixwazên kesên ku organê dewletê temsîl dikin ji hemûyan re hevdetin bikin û wiha berdewam kir: “Lê bes pîvaneke me heye ku bixwazin dan û standina wan bi me re hebe. Heke nexwazin em naçin devê deriyê wan û destê xwe ji wan re vekin. Rumeteke me û zimanê kurdî jî heye.” Cizîrî herî dawî got ku divê êdî kurd  ji niha û şunda li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û wiha got: “Bes e ku me xwe û zimanê xwe biçûk bîbînin divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Dem dema kurditiyê û xwedî li mafên xwe derkevin e” ‘EM Ê PEŞIYA XETEREYA ZIMANÊ KURDÎ BIGIRIN’ Pişt re endamê platformê Îrfan Soner jî dêrbarê seredana HDP’ê û DBP’ê de axivî û wiha got: “Xetereyeke mezin li ser zimanê me heye. Ji ber wê yekê me biryar da ku weke platformê em pêşiya vê xetereyê bigirin. Me bi herdû Hevserokên Giştî yên HDP’ê re hevdîtin pêk anî. Me daxwazên xwe bi dosyayekê pêşkeşî wan kir. Pişt re me xwest her komcivînên xwe de ziman bînin rojevê û di meclîsê de jî warê qanûnî de çi pêwîst be bikin. Soz dan ku zêdetir bixebitin di warê zimanî de. Giraniya me zêdetir ku demildest pirsgirêkên ziman were çareserkirin e.” ‘ZIMANÊN DIN ZIMANÊ KURDÎ AVETIYE BÎRÊ’ Dûre endamê platformê Sedat Dogan jî, diyar kir ku armanca wan bala parlemento, civak û partiyên siyasî bikşînin bû û wiha axivî: “Partiya Saadetê re me got erebî, tirkî, farisî û kurdî birayê hev in. Lê mixabin van her sê zimanên din weke Hz Yusuf zimanê kurdî avêtin bîrê û nahêlin ji binê bîrê derkeve. Zedetirî partiyan diyar kirin ku di vê meseleyê de dest û lingên wan girtine û nikarin gavekê biavêjin. Temamê partiyan tiştekî şênber nedanîn pêşberî me ku dê çi bikin.” ‘JI BO NEQŞERÊYA ZIMAN EM Ê KONFERANSÊ LI DAR BIXIN’ Endamê Platformê Vahît Aba jî, dest nîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurdî di fermiyetê û zimanê perwerdê re derbas dibe û wiha axivî: “Li Bakûrê Kurdistanê mafê zarokên kurda yên dersên bijarte hene. Mafê kurda heye ku perwerdeya xwe bi zimanê xwe bibînin. Ji ber vê jî me bernameyek da pêşiya xwe. Ji bo ku zimanê me ji holê ranebe em kurd dê çi tedbîran bistînin û em kurd ji dewletê çi dixwazin? Têkiliyên kurdan û yên dezgehên navnetewî dê çi be? Me neqşerêyek da berxwe. Em ji bo 21’ê sibatê xebatekê dikin. Pişt re 22’ê Sibatê em ê konferansekê li dar bixin. Em ê ji bo neqşerêya sala pêşiya me konferansê li dar bixin.”

MA

6 views