Search
  • www.bircabelek.com

‘Paytexta taşteya Kurdî’ ji bo Roja Taştê ya Cîhanê amadehiyê dike


Li Wanê di sala 2014an de bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a cîhanê"  hat şikandin. Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê ku pêşengiya vê rekorê kiribû, niha jî ji bo danasîna taştêya Wanê amadekariyên 7ê hezîranê ku wek "Roja Taştê ya Cîhanê" were pîrozkirin dike.

Di taştêya Wanê de 20 cure berhemên wekî "penîrê pincarê", mirtoxeya ku bi ar, rûnê nivîşk û hêkan tê çêkirin, "poxîn"a ku ji hêrana qelînekên genimşîr tê çêkirin û hingivê daran hene.

Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê ku di sala 2014an da pêşengiya şikandina rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a cîhanê" kir û di wî warî de navê Wanê di Pirtûka Rekorên Guinnessê de da nivîsandin, ji bo ku taştêya Wanê bi hemû cîhanê bide naskirin hewl da ku 7ê hezîranê wek "Roja Taştê ya Cîhanê" were pîrozkirin.

Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê ji bo taştêya wî bajarî bê tescîlkirin û standartên wê bên diyarkirin, serî li Enstîtuya Patentê ya Tirkiyê (TPE) dabû û "Belgeya Tescîla Marqeyê ya Taştêya Wanê" sitandibû.

Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê plan dikir ku 7ê hezîranê di çarçoveya "Roja Taştê ya Cîhanê" de festîvalekê jî li dar bixe, lê ji ber tedbîrên vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ev festival baş xist.

Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê Necdet Takva got ku armanca wan ew e wê çanda herî girîng a bajêr ji dinyayê re bidin nasandin. 

Karîgerê salona taştê Faris Gul jî diyar kir ku ji bo danasîna taştêya Wanê xebata ku dane destpêkirin girîng e û got ku li gor baweriya wan ev proje dê deng vede.

RÛDAW

5 views