Search
  • www.bircabelek.com

Parlementoya Sûriyê komkujiya ermeniyan pesend kir


Parlementoya Sûriyê bi tevahiya dengan komkujiya ermeniya pesend kir.

Aloziya di navbera rejima Sûriyê û Tirkiyê berdewam dike. Îro roja pêncşemê 13.02.2020an Parlementoya Sûriyê pêşnûmeya komkujiya ermeniyan ya bi destê Osmanîyan di destpêka sedsala bîstan da bi tawaan nas kir û şermezar kir.

Serokê Parlementoya Sûriyê Hemûde Sebax di danîşînê da got: “Siyaseta niha ya Tirkiyê dirêjdana wê tawanê ye, tawanên hovane dijî gelan bi borîna demê ji nav naçe, nemaze ku Osmanîyeta nû bi serkirdatîya Erdogan peyrewê heman şêwazên tawanên berê dike.”

Di sala 1915an da nêzîkî milyon û nîvek ermenîyên li nava sînorê dewleta Osmanî da bûn hatin qetilkirin. Heta aniha 29 welatan ew qetlîam bi awayekî fermî nas kiriye. Lêbelê Tirkiye wê yekê red dike û dibêje ew ermenî dema veguhestina ber bi Sûriyê di rê da mirine û ew bi awayekî sistematik nehatine kuştin.

BasNews

1 view