Search
  • www.bircabelek.com

Parlamentoya Kurdistanê çalakiyên xwe ragirt


Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, pişkinîna Koronayê ji bp 197 kes ji parlamenter, fermanber û desteya serokatiya parlamentoyê re hat kirin û ji ber ku encamên hin pişkinînan pozîtîv derketiye, serokatiya parlamentoya Kurdistanê biryar da, tevahiya kar û çalakiyên parlamentoyê bo dema du heftiyan rawestîne.

Îro roja çarşemê 10.06.2020an Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir encamên Koronyê  ragihandiye, piştî ku çend roj berî niha haleteke pêkektina Koronayê li nav fermanberên Dîwana Parlamentoyê hat tomarkirin, desteya serokatiya parlamentoyê biryar da ku pişkinîn ji hemû endam û fermanberên parlamentoyê re bihê kirin û tekez dike: “Mixabin, çend encamên pozîtîv di van pişkinînan de hene û paşê ji aliyê Wezaretê Tendirustiyê ve hûrgilî tên ragihandin. Yên ku heta niha pişkinîn nekirine, bila di zûtirîn dem de pişkinînê bikin û serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji encamê agahdar bikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de hatiye aşkerekirin Dîwana Parlamentoya Kurdistanê hatiye erkdarkirin, ku bi hemahengî ligel tîmên pizîşkî, pişkinînê ji tevahiya wan fermanberan re bê kirin ku heta niha pişkinîn nekirine.

Li gor amarên Wezareta Tendirsutiya Herêma Kurdistanê, ji destpêkê ve heta niha 1.637 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û 546 kes ji wan baş bûne û 30 kesên din jî bi Koronayê mirine.

BasNews

1 view