Search
  • www.bircabelek.com

Parêzgerê Hewlêrê: Me biryar da boneyên îsal ên Adar û Newrozê em ragirin


Îro 26.02.2020ê parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî di civîneke çapemeniyê de ragehand, di çarçoveya tewdîrên li hember vîrusa korona de me biryar daye îsal bone û pîrozbahiyan ragirin.

Firset Sofî got: ‘’Em di bin ronahiya biryarên civîna encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ku hemû parêzgerên herêma Kurdistanê, qaymeqam û berpirsên sînorên navnetewî jî tê de amade bûn, li gor encamên wê civînê îro bi amadebûna aliyên peyvendîdar ve bicîhanîna wan biryarên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bo xweparastina ji nexwaşiyê û tewdîrên wê hatin gotin.’’

Firset Sofî ragehand: ‘’ Bi keyfxweşî ve li gor wezareta tenduristiyê û rêveberiya tenduristiya Hewlêrê aşkera kiriye, heta naha ti bûyerekî vîrusa korona li sînorê parêzgeha Hewlêrê nehatiye tomar kirin. Ji ber wê em hemû rêkarên pêwîst me girtiye, her ji naha ve jî li ser sînoran heta nav bazarê û dayîna rênmayiyên pêwîst ên tenduristiyê û dabîn kirina amûr û tiştên ku pêwîstin bo xweparastinê ew hemû rêkar û tewdîr hatine girtin.’’

Parêzgerê Hewlêrê got: ‘’Em hemû hemwelatiyên parêzgeha Hewlêrê piştrast dikin, em li gel hemû qaymeqamiyetan li gel rêvebertiya giştî ya tenduristî, li gel saziyên ewlehiyê û hemû fermangehên din jî hemû rêkarên pêwîst ên xweparastinê emê bigrin bo ku em bikarin tenduristiya giştî li bajarê xwe biparêzin û em hemwelatiyên bajarê xwe piştrast dikin ku rewşa bazarê emê kontrol bikin û rê nadin kesên firsetçî rewşê li gor sûdên xwe yên madî bikarbînin.’’

BasNews

1 view