Search
  • bircabelek.com

PAK: Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê û ji gelê me re dixwazin


"Êvara 24.01.2020an, di seet:20.55an de, erdhejeke bi şîdeta 6.8an, ku navenda wê Navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê bû çebû.

Di encama vê erdhejê de, heta nuha li Xarpêt û Meletê bi dehan kesan jîyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî birîndarin.

Bi sedan avahî rûxane û tirs heye ku hêjmara mirî û birîndaran zêdetir bibin.

Xwedê qurbanîyan bi rehma xwe şad bike. Cîhê wan biheşt be.

Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê re û ji gelê xwe re dixwazin.

Şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Divê hemû gelê me çi ji destê wan bê, hemû cûre alîkarîyê bigihînin gelê me ye Xarpêtê û cîhên ku erdhejê zerar gîhandîyê."

25.01.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kaynak: PAK: Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên erdhejê û ji gelê me re dixwazin

Rûpela nû









0 views