• www.bircabelek.com

PAK: Em êrîşa bombeyî ya li Pasûr a Amedê rûdaye şermezar dikin


PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) jiber êrîşa bombeyî ya îro li Pasûra Amedê rûdaye bi daxuyanîyekê şermezar kir.

Daxuyanîya PAKê wiha ye:

“Li gorî agahdarîyên heyî, di roja 08.04.2020an de li nêzîkî gereka Guleç a navçeya Pasûr a Amedê, di dema ku otomobîleke karkerên daristanê hildigire di rê de derbas dibe, teqînek çêbûye û di vê teqînê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Wek ku partîya me di derbarê bûyerên bi rengî de gelek caran gotîye, di şerdên îroyîn de em li dijî şîdetê û li dijî tûnd û tûjîyê ne û bi taybetî jî em li dijî wê tûnd û tûjî û şîdetê ne ku herkesekî ji xwe re dike armanc.

Jibo hemû girtîyên sîyasî, jibo hemû kesên ku jiber nivîsên xwe û jiber îfade kirina fikrên xwe di hefsê dene jî bikaribin ji guhertinên Qanûna Înfazê feydê wergirin, îro daxwazeke berfireh ji alîyê civatê ve tê ziman. Teqîn û kuştina 5 kesan di rewşeke weha de rûdide û ev jî cîhê balê ye.

Ji alîyêkê ve hatibe pêk anîn jî, em êrîşên bi rengî ku sivîl jî dibin qurmanî şermezar dikin.

08.04.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kaynak: PAK: Em êrîşa bombeyî ya li Pasûr a Amedê rûdaye şermezar dikin

Rûpela nû

0 views