Search
  • www.bircabelek.com

Osman Kavala dîsa hatiye girtin


Karsaz û mafparêz Osman Kavala piştî ku di dosyaya Geziyê de du roj berê (18ê Sibatê) biryara beraet û tehliyekirina wî hatibû dayîn, duh (19ê Sibatê) ji ber dosyeya hewldana derbeya 15ê Tîrmehê hatibû desteserkirin. Kavala duh saetên êvarê piştî ifadegirtina wî ya li Midûriyeta Dijterorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê qediyaye ew birine Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.

Bixwîne - Doza Geziyê

Dogerî îfadeya wî wergirtiye û bi daxwaza girtinê ew şandiye ber destê 8em Dadgeriya Silh û Cezakirinê ya Nobedar. Dadgeriyê biryara Kavalayî daye û ew şandiye girtîgehê.

Dadgeriyê îdia kiriye ku Kavala ji ber têkiliya wî ya Hanrey Barkeyî heye hatiye girtin. Li gorî îdianameyê Barkey di dosyaya hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de tohmetbar e û polîs li wî digerin. Her weha dadgerî îdia kiriye ku “guman heye Kavala bireve” û ji ber wê biryara girtinê ji bo wî daye.

Kavala: Îdia bêbingeh in

Li gorî nûçeay T24ê Kavalayî di paraznameya xwe de wiha gotiye:

“Nêzîkî 2 sal 4 meh in ku ez bi awayekî dijhiqûqî girtî me. Duh 30em Dadgeha Cezayê Giran bi biryara xwe pesend kiriye û berê jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi awayekî zelal diyar kiribû ku mafên min hatine binpêkirin. Biryara desteserkirinê ya duh hatiye dayîn û nivîsa şandina ber destê dadgeriyê ya dozgerî dide xuyakirin ku ev binpêkirin berdewam dike. Min berê jî di îfadeya xwe de gotibû, ew hemû îdiayên ku dibêjin min piştgiriya hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kiriye, bêbingeh in.”

Erdogan: “Duh hewl dabûn ku bi minawereyekê beraeta wî bidinê”

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê duh axivî bû û gotibu: “Weke tê zanîn dest û lingê Tirkiyeyê yê Sorosî di girtîgehê de bû. Duh hewl dabûn ku bi minawereyekê beraeta wî bidinê.” (EKN/FD)

BÎANET

2 views