Search
  • www.bircabelek.com

NY: Li bakurê rojavayê Sûriyê 900 hezar kes koçber bûne


Neteweyên Yekbûyî ragehand, hejmara koçberan li bakurê  rojavayê Sûriyê gehiştîye 900 hezar kesan.

Alîkarê sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karubarên mirovî, Mark Lokok ragehand, ji 2019 ve û heya niha 900 hezar kes li bakurê rojavayê Sûriyê koçber bûne û piranîya wan jin û zarok in.

Herwaha got: Ew koçber di rewşeke gelek xirab de dijîn û êdî kamp jî nikarin wê hejmara mezin bihewîn in.

Lokok, daxwaza rawestandina şer kir li wê deverê û got, zanyarî ji wan re çûne, ku kampên koçberan jî dibine armanca êrîşan; lewma divê şer demekî kurt de raweste.

Herwaha ragehand: Kesên ku di warê mirovî de jî kar dikin hatine kuştin û koçber bûne.

BasNews


2 views