Search
  • www.bircabelek.com

Nivîskar Fuad Onen bi şertê kontrola edlî serbest maye


Nivîskar Fuad Onenê di 5ê Sibatê de li Stenbolê hatibû desteserkirin, bi şertê kontrola edlî serbest maye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Fuad Onen piştî piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê, birine Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Dozgerî bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” daxwaza girtina wî kiriye. Dadgeriya Silh û Cezayan biryar daye ku Onen bi şertê kontrola edlî serbest bimîne.

Çi bûbû?

Siyasetmedar û nivîskar Fuad Onen 5ê Sibatê li Stenbolê hatibû desteserkirin. Rojnameger Mehmed Sanriyî, zanyariya desteserkirina Onenî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiribû.

Li gorî zanyariyan Onen ji ber li ser medyaya civakî derbarê Komkujiya Robozikê û operasyona Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê de peyam weşandine, hatiye desteserkirin. Onen bi “propagandaya rêxistinê” hatiye tohmetkirin.

32em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, par bi tohmeta ku ‘propagandaya KCKê’ kiriye 3 sal û mehek cezayê girtîgehê li Fuad Onenî birîbû. (FD)

Bîanet

2 views