• www.bircabelek.com

Nivîseke derengmayî li ser rêwîtîyên bêwext


Sal dibihurin lê hin tişt an jî rewş weke ku naguherin(!) weka xwe dimînin. Hetta weke xwe jî namînin xirabtir dibin… Hesîodosê ku nêzî sê hezar sal berê gazinê xwe ji serdema xwe û ji bêqîmetbûna nirxên civakî dikir halê me yê niha bidîta gelo dê çi bigota? Hesîodos, hîn wê çaxê xwezîya xwe bi yên berîya xwe dianî û digot “xwezî ez zûtir bihatima dinê an jî ez ne ji vê nifşê ha bûma.” Wexta ku digot wextek bê ku dê qîmeta rastîyê, sondê, qencîyê nemîne û lê zêde dikir digot “dad û fedî cîyekî ku lê bihewe nedîtîne, berê xwe dane Olîmposê”  weke ku behsa rewşa me yê niha bike. Ji ber ku îro jî em ne leqayî “dad”ê ne jî leqayî “fedî”yê tên. Belê, ev serdem serdemeke wisa ye ku bêyî em bixwazin dike ku em şahidîyê li gelek dîmenên nexweş bikin. Ev dîmen jî dikin ku em ji mirovbûn û mirovahîya xwe şerm bikin. Ji van dîmenan hin jê dixwazim bi we re parve bikim û bawer im wexta hûn bixwînin, dibe gelekê ku min li vir nenivîsîne bên bîra we jî. Sed heyf û mixabin bûyerên der-mirovî zahf in û em xwe li hemberî wan gelek caran gelkî lawaz hîs dikin.                                                            * Li ber çavê hemû dinyayê George Floydê reşik hat kuştin. Di wan kêlîyên ku bêhna wî diçikîya ê me jî behna me diçikîya û behna me teng dibû. Ev mirin(an jî kuştin) çend mirinên din jî anî bîra min.                                                            * Bariş û yên gelekên weke wî ku ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê axivîn an kilamekê guhdar kirin an jî “bi kurdî” fîkandin hatin kuştin anî bîra min.                                                            * Cemîlaya deh salî ku li Cizîrê hat kuştin, anî bîra min. Bedena wê sê rojan di cemedankê de ma. Dixwazim cardin dubare bikim da ku bawer bikim her peyva vê hevokê “sê rojan bedena wê di cemedankê de ma.”                                                            * Dayîka Taybet ku laşê wê heft rojan li erdê ma anî bîra min.                                                            * Wê dayîka ku hestîyên kurê xwe, belê, hestîyên kurê xwe di nav kartonekî de girt, anî bîra min.                                                            * Cesedên di bin peyarêyan de hatine binaxkirin anî bîra min…Û ev jî bi xwe re Newala Qesaba anî bîra min.                                                            * Laşên bê-serî, serîyên bê-goh, kizirandî û yên bi napalmê hatine îmhakirin anî bîra min.                                                            * Kemal, Ceylan, Oxir, Berkîn, Alî Îsmaîl, Şerzan û gelekên din anî bîra min.                                                            * Rêwîyên ku dane ser rêyeke bêveger anî bîra min.                                                            * Xulase, narincokek(!) dikare di sedsala 21an de cihokên jîyanê bimiçiqîne, erda heyî ya bi ber ziwa û talan bike. Dikare hêvîya komek mirovên delal di zinarekî de wer bike…                                                            *          Rûyên gelek rêwîyên ku rêwîtîyên bêwext kirin tên bîra min û ez careke din ji mirovbûna xwe  şerm dikim. (DA/FD)

Diyarî Asûr Çukurova Üniversitesi Felsefe Bölümü Öğretmenliği mezunu. Dicle Üniversitesi Felsefe Bölümü'nde masterini tamamladı. "Kûçikê Daleqandî" adıyla bir derleme kitabı bulunmakta. Kürtçe gazete ve dergilerde, makale ve denemeleri yayınlandı.

BÎANET

0 views