Search
  • www.bircabelek.com

Niha jî bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li Mizrakliyî vekirine


Bi tohmeta ku “ propagandaya rêxistinê kiriye” doz li Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê hatiye vekirin.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê îdianame derbarê Mizrakliyî de amade kiriye û 28em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ev îdaname qebûl kiriye. Dadgehkirin wê di 12ê Çiriya Pêşiyê de pêk were.

Li gorî nûçeya Aydin Atay, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê, Mizrakli, gava parlementerê Amedê bû, di navbera 5 û -15ê Tebaxê de tev li 6 çalakiyên partiya xwe bûye û di vê navberê de jî li ser hesabê xwe yê Twitterê hin mesaj nivîsandiye. Tevlîbûna çalakiyan û parvekirinên Mizrakliyî weke sûc hatine hesibandin û bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" derbarê wî de lêpirsînname hatiye amadekirin. Serdozgeriya Komarî ya Amedê di Kanûna 2018an de lêpirsîn dabû destpêkirin û gotibû ev doz ne yek ji erkên me ye. Paşê û dosye ji Enqereyê re şandibû. 

Parvekirinên Mizrakli yên der barê Ramîn Huseyîn Penahiyê ku Îranê ew bi dar ve kir, beşdarbûna şînekê, beşdarbûna daxuyaniya operasyona 9Ê Çiriya Pêşiyê ya li ser HDPyê, beşdarbûna konferansa 'Rojhilata Navîn û Çareseriya Neteweya Demokratîk' a HDPyê û piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCDê, Leyla Guvenê sûc hatine hesibandin. 

Her wiha berê jî 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li se îfadeya keseke îtiafkar bi tohmeta "endamê rêxistinê ye" 9 sal û 4 meh û 15 roja cezayê girtîgehê li Mizrakliyî birîbû.

Çi bûbû?

Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin

Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.

Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.

22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.

Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin. (HA/FD)

BÎANET

8 views