Search
  • www.bircabelek.com

Nasnameya kolberên kuştî û birîndar ên li sînorê Newsûdê diyar bû


Nasnameya kolberên ku duh şev li sînorê bajarokê Newsûda Kirmaşanê û li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi teqeya hêzên Îranî hatibûn kuştin û birîndarkirin, diyar bû.

Şeva bihorî, hêzên pasevanên sînor ên Îranê li aliyê sînorê bajarokê Newsûd a Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, teqe li hejmarek kolberên Kurd kiribûn.

Destpêkê hatibû ragihandin, ku di vê bûyera teqekirinê de, kolberek hatiye kuştin û 3 kolberên din jî birîndar bûne, lê belê li gor çavkaniyên xwecihî yên li Rojhilatê Kurdistanê hejmara birîndaran bo 8 kesan bilind bûye.

Herwiha nasnameya kolberê kuştî û kolberên ku di bûyerê de birîndar bûne jî diyar bûye.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî, di bûyera duh şev a li sînorê Newsûdê de kolberê bi navê Ehmed Sehrayî ku temenê wî 24 sal bûye, canê xwe ji dest daye.

Herwiha di bûyerê de 8 kolberên din ku xelkê bajarên Newsûd, Pawe, Cuwanro û Sewlawa bûne, birîndar bûne.

Li gor agahiyan, nasnameya kesên birîndar bi vî awayî ye: Ezîm Emînzade, Cebar Mihemedî, Zahîd Nûrî, Şahid Edak, Teha Sulêymanî, Celal Nûrî, Resûl Haşimî û Şadman Seyidî.

Her duh şev piştî agahdarbûna ji rûdana bûyerê, malbat û kesûkarên kolberan, herwiha hejmarek ji xelkê Newsûdê li ber deriyê binkeya polîs a li bajêr kom bûbûn, ji bo ku tiştekê ji çarenivîsa kolberên kuştî û birîndar bizanin.

Hat zanîn, ku xelkê Newsûdê bi xwe bi hawara kolberan çûne û termê kolberê kuştî û herwiha kolberên birîndar ji çiya anîne xwarê û bo nexweşxaneyê veguhastine.

RÛDAW

1 view