• www.bircabelek.com

Nîmet Dawûd naveroka hevdîtna şanda ENKSê û Çavuşoglu eşkere kir


Endamê Desteya Serokatiya Encumena Nîtimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Nîmet Dawûd ragihand ku ew li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li dijî guhertina demografîk in û wan ev nêrîna xwe ji Enqre re bi zelalî gotine.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nimet Dawûd ku di heman demê de Skreterê Giştî yê Partiya Wekhevî ye, ji Rûdawê re behsa naveroka hevdtîna duh ya şanda ENKSê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu kir.

Nîmet Dawûd diyar kir ku ew hevdîtina ligel Mevlut Çavuşoglu, weke ENKSê li ser daxwaza wan bûye, lê wan di heyama êrişa Tirkiyê ya bo ser Serê Kaniyê û Grî Spî de daxwaza hevdîtinê ji rayedarên hikûmeta Tirkiyê kiribûn û got: “Lê mixabin heta îro ev civîn paş ket. Bê guman ev civîn girîng bû. Bi taybetî piştî rêkevtina di navbera me û îtilafa Sûriyê de ev cîhanê hate encamdan, girîngiya xwe heye.”

Dawûd destnîşan kir ku ji bo parastin û başkirina rewşa xelkê Serê Kaniyê, Grî Spî û Efrînê, ligel Îtilafa Sûriyê rêkevtinek pêk anîne û wan ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku piştgiriya wê rêkevtinê bike. Bi gotina Dawûd, eger Tirkiyê piştevaniya rêkevtina di navbera ENKS û Îtilafa Sûriyê de neke, zehmet e ku ew rêkevtin were cîbicîkrin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê herwiha da zanîn ku wan ligel şanda Tirkiyê rewşa giştî ya siyasî gotûbêj kirine û wiha pê de çû: “Ji ber rola wê ya li Sûrî û badora wê ya li ser Îtilafê, em piştgiriya Tirkiyê girîng dibînin. Di vê çarçoveyê de, me derfeta nîqaşan dît. Me taybetî behsa mercên vegera gelê xwe bo mal û warên wan kir.”

Bi gotina Dawûd di beşeke din a civînê de, wan hewlên guhertina demografîk şermezar kirine û aliyê Tirkiyê jî li dijê guhertina demografîk bûye.

Derbarê yekîtiya Kurdan de jî Dawûd got ku li ser mijara yêkrêziya Kurdan daxwaza gelê me heye, û ew niha bûye pêwîstiyeke girîng û wiha domand: “Bila ev yek jî bê zanîn ku tifaqa Kurdan dê ne li dijî ti welatên cîran be. Tifaqa Kurd dê di berjewendiyên me û aştiya herêmê de be.”

RÛDAW

0 views