Search
  • www.bircabelek.com

Nîştecihên taxeke Hesekê: Em naxwazin taxa me bibe xaleke leşkerî


Bi dehan malbatên taxeke Hesekê dixwazin bi rêya Rûdawê dengê xwe bigihînin aliyên pêwendîdar ku taxa wan nekin xaleke leşkerî.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku bi dehan malbatên taxa Eltwêne ya bajarê Hesekê dixwazin bi rêya Rûdawê, dengê xwe bigihînin aliyên pêwendîdar, ji Asayişa Rêveberiya Xweser, ji bo ku taxa wan nekin xaleke leşkerî.

Li gorî gotina xelkên wê taxê, niha ew li derveyî malên xwe ne, ji ber ku Asayişa Rêveberiya Xweser ew tax kiriye xaleke leşkerî, li gorî gotina wan.

Her li gorî zanyariyan, zeviyên wê taxê yên hikûmeta Sûriyê ne, ango milkiyeta giştî ne. Li nav wan zeviyan jî, welatiyan ji berî çend salan, xanî û mal ava kiribûn û kirê didane hikûmetê, ew jî li gorî sîstema bi navê (intîfaê).

Heman zanyarî nîşanê bi wê yekê didin ku Asayişa Rêveberiya Xweser nişteciyên wê taxê agahdar kirine ku malên xwe vala bikin û derkevin ji ber ku ew zevî milkiyeta dewletê ye û Asayiş dixwaze wê zeviyê têxe destê xwe.

Heta niha ti daxuyanî derbarê vê mijarê, ji aliyê Asayişê ve nehatiye ragihandin û bidestxistin.

RÛDAW

1 view