Search
  • www.bircabelek.com

Nêçîrvan Barzanî 2 taqîgehên din şandin Rojavayê Kurdistanê


Serokê Herêma Kurdistanê du taqîgehên din şandin Rojavayê Kurdistanê. Serokê Herêma Kurdistanê berî niha jî 4 taqîgeh şandibûn Rojava.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 2 taqîgehên din yên PCR şandin Rojavayê Kurdistanê.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 2 taqîgehên din yên PCR şandine.

Dr. Ciwan Mistefa ji Rûdawê re dazanîn Berî niha jî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 4 taqîgehên PCR şandibûn Rojavayê Kurdistanê.

Ev herdu taqîgeh li gel hemû amûr û kelûpelên din ên pizîşkî yên pê re, îro bi rêya deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê tên kirin.

Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê Rengîn Şero, diyar kir ku bi şandina van 2 taqîgehên, hejmara taqîgeh ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin, dibe 6 taqîgeh.

Peyamnêra Rûdawê diyar kir, ku ew taqîgeh pêşiyê li Qamişêlo tên danîn û paşê li gor pêdiviyê li deveran tên belavkirin ku weke, "li Reqa, Kobanî, Cizîr û dibe ku yek ji wan bo Şehbayê jî bê şandin bo pişkinîn bo kesên gumankirî bê kirin."

Peyamnêra Rûdawê amaje bi wê jî kir, di demekê de ku zêdetirîn tûşbûyên bi koronayê li Sûriyê hatine tomarkirin, gihiştina wan taqîgehan ku bo pişkinîna gelek nexweşiyên din jî tên bikaranîn, girîng e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî niha li ser daxwaza Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), 4 taqîgehên taybet tevî hemû amûr û kelûpelên pêwîst ji Rojavayê Kurdistanê re şandibûn.

Derbarê wan alîkariyên ku bo Rojava hatine şandin, Nêçîrvan Barzanî 21ê Nîsana 2020an di konferanseke rojnamevanî de gotibû, “ew alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin, bi temamî alîkariyên mirovî ne, ne siyasî.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kiribû, di demekê de ku vîrusa koronayê li hemû cîhanê û li navçeyê jî belav bûye, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê taqîheke tenê jî tinebû, di demekê de ku çendîn kampên penaberan lê hene.

RÛDAW

4 views