• bircabelek.com

Nêçîrvan Barzanî êrişa ser Balyozxaneya Amerîkayê şermezar kir


Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî   êrîşa mûşekî ya şeva derbasbûyî Balyozxaneya Amerîka li Bexda kire armanc şermezar kir û ragihand ku ev êriş li ser rewş û aramî û berjewendiyên Iraqê metirsiyên rastteqîn dirust dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyeke nivîskî mûşekbaran kirinaBalyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê şermizar kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje ku ew êrişa li dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, li ser rewş û aramî û berjewendiyên Iraqê metirsiyên rastteqîn dirust dikin û dûbarebûn û berdewamiya wan dibe sedema encamên xerap li wî welatî.

Barzanî herwiha dibêje ku parastina asayîşa balyozxane û nûnerên welatan erkê aliyên berpirsyar e, û nabê rê bê dayîn yasa û rêsayên navdewletî bêne binpêkirin û dîplomatkar û nûnerên welatan bibin armanc.

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku nabê Iraqê bikin qada yekalîkirina gengeşeyên hêzên herêmî û navdewletî.

RÛDAW









0 views