Search
  • www.bircabelek.com

Metirsî heye careke din ew erebên bibûn DAIŞî êrîşî Şingalê bikin


Lezgîn Xelkê Şingalê ji ber vegera erebên ku bibûn DAIŞî bo Şingalê, çav tirsyayî bûne û nikarin vegerin ser cîhên xwe yên li Şingalê.

Xelkê Şingalê yê naha li wargeha Til Qeseb a Şingalê Heco Bapîr Xelef naha li gel malbata xwe koçbere li kampa Îsyan a Şêxanê û ji BasNewsê re ragehand, metirsî heye careke din erebên bûne DAIŞî êrîşî ser Şingalê bikin. Eger ev yek pêkbê em nikarin berevaniyê li xwe bikin. Nav Şingalê hemû grubên çekdar hene kes bi ya kesê jî nake. Ji ber wê em ditirsin careke din xelkê me yê sivîl bibe qurbanî. Lewra jî em nikarin vê rewşê de vegerin Şingalê. Em li bendê ne seqamgirî li Şingalê hebe û avadanî bê kirin. Lê ev bû şeş sal em koçberin û tiştek bo Şingalê nehatiye kirin.’’

Herwaha got: ‘’Em dixwazin hemû grubên çekdar ên li Şingalê nemînin ku hinek bawerî bo xelkê Şingalê çêbe. Hîn êzdî nevegeryane wargeha Til Qeseb û Şingalê, lê hemû ereb vegeriyane.’’

Xelkê Sîba Şêx Xidir a qeza Şingalê Nayif Xelef Silo jî ji BasNewsê re got, ti ewlehî tine. Herwaha ti xizmetek jî nîne. Heta av û elektrîk jî tine. Lewra jî em nikarin vegerin. Em dixwazin parastina êzdiyan li Şingalê bê kirin.’’

BasNews

2 views