Search
  • www.bircabelek.com

Mesrûr Barzanî tacegul danî ser bîrdariya şehîdên 1ê Sibatê


Bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîma 16.mîn salvegera şehîdên 1ê Sibatê li Parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê birêve çû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmê de tacegul li ser bîrdarî ango monûmenta Şehîdan danî.

Roja 1ê Sibata sala 2004an, herdu binkeyên baskê 2 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Malbenda 3 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê bûn armanca du êrîşên xwekujiyê, ku wê demê xelkê cejna qurbanê pîroz dikirin. Di wê karê teroristî de li herdu baregehan 101 serkirde û kadro û hemwelatî şehîd bûn.

Li Parka Samî EbduLrehman ku ew bi xwe jî di wê êrîşa terorî de şehîd bibû, bîrdariyek bi wê boneyê hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibata her salê de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.

BasNews

1 view