Search
  • www.bircabelek.com

Mesrûr Barzanî qurbanîdana Pêşmerge û gefên DAIŞê dibe Konferansa Asayişê ya Munchenê


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariyê di Konferansa Asayişê ya Munchenê de bike, îro 13. 02. 2020an bi serokatiya şandeke hikûmî ber bi Almanyayê birê dikeve.

Biryar e Konferansa Asayişê ya Munchenê roja 14 – 16ê vê mehê birêve diçe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinan bi hejmarek ji berpirsên pilebilind û xwedî desthilat ên di konferansê de beşdar in re dike û rewşa niha ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi civaka navdewletî re guftûgo bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Li perawîza Konferansa Asayişê ya Munchenê çendîn hevdîtinên me bi berpirsên pilebilind ên cîhanê re dibin û behsa qurbanîdana Pêşmerge di şerê li dijî terorê û gefên berdewam ên DAIŞê dikin, ku pêwîstî bi hevahengiya zêdetir a civaka navdewletî heye, bo rûbirûbûna wan gef û metirsiyan”.

Ev çend sal in, Mesrûr Barzanî yek ji beşdarên sereke yên Konferansa Asayişê ya Munchenê ye.

Ji Buhara sala 1963an ve li Munchen a Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.

S. B

K24

1 view