Search
  • www.bircabelek.com

Mesrûr Barzanî daxwaza li berçav girtina mafên kurdan ji Lavrov kir


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re, di twittekê de naveroka civînê aşkere kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twitta xwe de nivîsî: “Me tekezî li aramkirina rewşê bi taybet li Sûriyê kir. Min daxwaza xwe ji Rûsyayê re teqez kir, ku navbeynkariyê bike di çareserkirina pirsên Sûriyê de, bi berçav girtina mafên hemû pêkhatan û yên Kurdan jî di nav de”.

Di dirêjahiya hevdîtin û civînên li Konferansa Asayişê ya Munchenê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û şanda pê re civiyabû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja duyem ya Konferansa Asayişê ya Munchenê 2020 de, bi hejmarek serok, serokwezîr, wezîr û serkirdeyên welatên cîhanê re dicive.

BasNews

1 view