Search
  • www.bircabelek.com

Mahmût Alinak hatiye girtin


Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinakê ku roja 13ê Sibatê li Qersê di serdegirtina mala xwe de hatibû desteserkirin, hatiye girtin. Malbata Alinakî piştî desteserkirinê gotibû, “Mahmût Alinak di 68 saliya xwe de 10em care li girtîgehê ye.”

Piştî ku kar û barê îfadedayîna Alinakî li Miduriyeta Polîsan a Qersê bi dawî bûye Alinak îro birine Dadgeha Qersê. Piştî îfadeyên Alinakî li dadgehê hatine girtin bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” hatiye girtin û ew şandin girtîgehê.

Bi tohmeta ku dahata pirtûka xwe ya bi navê “Bêkes”î daye malbata Memet Tûnç, Hevserokê Meclîsa Gelî ya Cizîrê, danûstandinên bi xizmên wî re, nivîsên wî yê rexne li hikûmetê kirine, daxwaza lihevanîna du malbatên neyarên hev in û li Amedê bi berhevkirina zibilî re xwestiye derbarê zibilan de baldariyê çêbike Alinak hatiye girtin. (AS/FD)

BÎANET

1 view