Search
  • www.bircabelek.com

Macron daxwaza agirbesteke mayînde bo Sûriyê dike


Serokê Fransayê dawaz ji Rûsya û Tirkiyê dike, agirbesta daîmî bê ragihandin û dawî li şer û pevçûnên li Idlibê bê anîn.

Koşka Elysee ya Serokayetiya Fransayê di daxuyaniyekê de amaej bi rewşa Idlibê kir û ragihand, Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê daxwaz ji Rûsya û Tirkiyê dike ku agirbesteke daîmî li Sûriyê ragbihînin.

Hevdem di wê daxuyaniyê de Serokê Fransayê nîgeraniyên xwe jî derbirîne ku aloziyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de li Sûriyê bibe sedema dûbare derketina grûpên terorî li navçeyê.

Serokomarê Fransayê jî ragihand, divê Rûsya demildest, êrişên li bakur rojhilatê Sûriyê rawestîne û rêz li yasayên navdewletî bigire, sivîlên li navçeyê biparêze û rê bi gihiştina alîkariyên mirovî bo Idlibê bide.

Ev daxuyaniya Koşka Elysee di demekê de ye ku berî niha Macron û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, daxwaza encamdana lûtkeyekê li serokên Rûsya û Tirkiyê kiribû.

RÛDAW

0 views