Search
  • www.bircabelek.com

Mîrê êzdiyan: Ji ber grubên ne qanûnî xelkê Şingalê ti xweşî nedîtine


Yek ji kesayetên malbata mîrên êzdiyan diyar kir ku sala 2014ê ve heta naha xelkê Şingalê ti xweşî nedîtine. Em dixwazin deriyekî xêrê bo xelkê Şingalê bê vekirin û xelkê me bikarin vegerin Şingalê. Gelek giringe hemû grup û hêzên neqenûnî Şingalê vala bikin.

Yek ji kesên malbata Mîrên êzdiyan Mîr Dasin Mîr Faruq beg ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev çend sale çend grup û aliyên siyasî dest bi ser Şingalê de girtine. Heta naha wan grup û aliyên siyasî nekarîne ti xizmetekî bo Şingalê bikin. Em dixwazin hemû xelkê me bibin yek dest û yekrêz bin û xemxorê parastina berjewendiya gel û ava kirina Şingalê de bin. Em dixwazin milmilana siyasî li Şingalê nemîne. Ji ber ew milmilana siyasî di berjewendiya grup û aliyên siyasî yên neqanûnî de ye û ne di berjewendiya êzdiyan de ye. Tenê karê têkdanê naha li Şingalê tê kirin.’’

Herwaha got: ‘’Heta hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û PDK ne vegere Şingalê, êzdî navegerin. Ji ber tenê PDKê xwedî li êzdiyan û berevaniyê li mafên wan kiriye. Naha jî xelk li bendê ne baskê PDKê vegere Şingalê û ewlehî li Şingalê ava bibe, ku dest bi avadanî û jiyanê li Şingalê bê kirin.’’

BasNews

4 views