Search
  • www.bircabelek.com

Mîkhaîl Bogdanov naveroka serdana xwe bo Hewlêrê aşkere dike


Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê  û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov di konferanseke rojnamevanî de navroka civînên serdana xwe bo Hewlêrê aşkere kir.

Mîkhaîl Bogdanov ragihand, civînên wî li Hewlêrê gelekî girîng bûn û tê de behsa rewşa navçe û Iraqê kirin.

Diyar kir jî, wî bi Serkirdatiya Kurd re gelek babetên girîng guftûgo kirin. Got jî: Pêşerojeke baş ji bo pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê heye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî: Kompanyayên mezin ên Rûsya di warê wize de li vir kar dikin û di wê derbarê de me behsa pêwendiyên di warên aborî û wiza de kirin.

Derbarê hevdîtina bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re Bogdanov diyar kir, divê Kurdên Sûriyê bi hemû pêkhateyên din ên Sûriyê re bi hikûmeta wî welatî re guftûgoyê bikin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê  û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov duhî Çarşemê danê nîvro bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistan Kurdistanê.

Bogdanov li Hewlêrê ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû.

K24

S. B


1 view