Search
  • www.bircabelek.com

Li Tirkiyeyê kesekî din ji ber Covid-19ê miriye


Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkîyeyê ragihandîye, nexweşekî 61 salî ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) mirîye û 93 kesên din bi vê nexweşiyê ketine.

Wezîr Kocayî diyar kirîye, li Tirkîye yê kesekî din ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirîye û li 93 kesên din vîrûs peyda bûye. Herweha li tevahîya Tirkîyeyê hejmara berketîyên vîrûsa Covîd-19yê gehîştîye 191 kesan û ya miriyan jî derketîye 2an.

Kocayî li ser hesabê xwe yê Twîtterê weha nivîsandîye:

“ Nexweşekî me yê 61 salî mirîye. Rehma Xwedê lê be. 93 nexweşên me yên nû hene. Testên ku îro encamên wan derketin nîşan didin ku tedbîr gelekî zarûrî ne. Hejmara nexweşan gihiştîye 191 kesan. Divê em hemû bi hev re rêgiriyê bikin.”

Herweha duh jî kesekî 89 salî ji ber vîrusa Covîd-19yê li Tirkiyeyê miribû. (EKN/FD)

BÎANET

2 views