• www.bircabelek.com

Li Tirkiyê xortê Kurd ê 20 salî ji ber guhdariya muzîka Kurdî dikir hat kuştin


Li Enqere ya paytexta Tirkiyê, xortekî Kurd ê 20 salî ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî kiriye, ji aliyê çend kesan bi derbên kêran hatiye kuştin.

Li gor zanyariyan, xortê ku hatiye kuştin, navêwî Bariş Çakan e û xelkê bajarokê Patnosê ya ser bi parêzgeha Agrî ya Bakurê Kurdistanê ye.

Bariş Çakan nîştecihê taxa Alsanccak a bajarokê Etimesgut a Enqerê bûye û şeva bihorî demjimêr 22:30 çend kesan êrîşî wî kirine û ew bi derbên kêran kuştine.

Malbata wî xortê Kurd dibêjin, ku Bariş ê 20 salî bi şev li gel hevalên xwe çûye derve û ji ber ku guhdariya muzîkên Kurdî kiriye, grûpeke 3 kesî êrîşî ser wî kirine û ew kuştine.

Li gor agahiyan, ew kesên êrîşî ser Bariş Çakan û hevalên wî kirine, xelkê bajarên Yozgat, Kirkkale û Tokatê ne.

Di êrîşa şeva bihorî de, kêrek bi dilê Bariş Çakan ketiye û yekser li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Termê wî xortê Kurd ê 20 salî bo Nexweşxaneya Etimad a Taybet hatiye veguhastin û li gor zanyariyan, 3 kes ji êrîşkaran hatine desteserkirin.

Dogan Çakan, kurmamê wî xortî ku hatiye kuştin, tekez kiriye, ji ber ku kurmamê wî guhdariya muzîkên Kurdî kiriye, rastî êrîşê hatiye.

Biryar e îro Duşemî termê Bariş Çakan bi axê were spartin.

Bûyera kuştina wî xortê Kurd rastî bertek û nerazîbûnek berfireh hatiye.

Parlamentera Amedê ya HDPê Remziye Tosun di twittekê de nivîsiye: “Li Enqerê Bariş Çakan ku guhdariya muzîka Kurdî kiriye kêrek li dilê wî dan û kuştin, dijminê zimanê Kurdî, dîrok, kultur, xweza û kêlên goran e, bi kurtî dijminê hemû tiştekî Kurd in!!! Ev dijminayetî dê dawiya we bîne.. Faşîst in faşîst!!!”

Parlamenterekî din ê HDPê twittek bi Kurdî kiriye. Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan nivîsiye: “Wan her tim Barış kuştin. Dijminatiya Kurdan di ruhên wan de heye.”

Ev ne cara yekem e ku li Tirkiyê ciwanên Kurd ji ber stran an axaftina bi zimanê Kurdî bên kuştin.Emrah Gezer di Kanûna 2009ê de li Enqerê ji ber gotina straneke Kurdî di şahiyekê de, polîsekî kemîn li ber danîbû, çend fîşek lê dan û ew kuşt.

Sedat Akbaş ê 21 salî 8ê Îlona 2015ê li Stenbolê dema di telefonê de bi Kurdî diaxifî, 6 kesan ew dan ber kêran û hat kuştin.

Kadir Sakçi yê 55 salî û kurê wî Burhan Sakçi yê16 salî di Kanûna 2018ê de li Sakaryayê ji ber axaftina bi zimanê Kurdî teqe li wan hat kirin, bav hat kuştin û kurê wî jî bi giranî birîndar bû.

RÛDAW

0 views