Search
  • www.bircabelek.com

Li ser 4 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn


Li ser 4 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn û serokên wan şaredariyan hatin desteserkirin

Li gor agahiyên Rûdawê,  îro Duşem 23ê Adarê serokên şaredariyên navçeyên Lice, Farqîn û Erxenî yên Amedê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de hatine desteserkirin û qeyûm li ser wan şaredariyan hatiye danîn.

Herwiha Serokê Şaredariya Êlihê (Batman) jî îro hatiye desteserkirin û qeyûm li ser vê şaredariyê jî hatiye danîn.

Her 4 şaredarên Bakurê Kurdistanê bi biryara Wezareta Navxw eya Tirkiyê ji kar hatine dûrxistin.

Şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin, ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ne û HDPê di hilbijartinên 31ê Adara 2019 de ew şaredarî qezenc kiribûn.

Ji 65 şaredariyên di destê HDPê de, qeyûm li ser 36 şaredariyan hatine danîn.

Bi qeyûmên vê dawiyê re, 3 şaredariyên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdîn, bajarek (Êlih anku Batman), 29 navçe û 3 bajarokên di destê HDPê de ketin ber qeyûman

RÛDAW

6 views